'2018 wê bibe sala hilweşîna faşîzmê'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, bi wesîleya salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) ji ajansa Nûçe Ciwan re axivî.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, salvegera duyemîn a damezrandina Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) silav kir û û hemû şehîdên YPS'ê, şehîdên Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Hezex, Dêrik, Farqînê bi bîr anî.

Kalkan da xuyakirin ku ciwanên di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn, lehengên mezin in û got, "Ew nûnerên xeta lehengiyê ya Egîd û Zîlanan e."

Kalkan işaret bi damezrandina YPS'ê kir û got, "YPS di nava şer û berxwedanê de ava bû. Li djî êrîşên faşîst, qirker û mêtinger ên 24'ê Tîrmeha 2015'an ên AKP-MHP'ê, ji bo parastina bajar, tax, kolan; jin, ciwan, extiyar û tevahiya civaka Bakurê Kurdistanê weke hêza xweparastinê ya rasteqîn derkete holê. Gelê me bi kelecaneke mezin hemû çalakiyên vê hêzê yên li dijî faşîzmê dişopîne. Hêzên me yên gerîla bi wan gelekî piştrast in û jê hêzê digirin."

Kalkan bi vê bîr û baweriyê hemû şervanên YPS'ê yên di xeta fedayî de têdikoşin silav kir û got, "YPS hêzeke girîng e di têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd de. Yek ji hêzên herî girîng e ku di encama têkoşîna me ya 40 salan de li Bakurê Kurdistanê derketiye holê."

Kalkan destnîşan kir ku YPS nîşaneya lehengiya ciwanên Kurd e û anî ziman, ev ruh îro li hemû bajar, bajarok, tax û kolanên Bakurê Kurdistanê zindî ye.

Dûran Kalkan diyar kir, ev ruhê ciwanên Kurd bûye tirsa dilê faşîzma AKP/MHP'ê û got, "Faşîst ji Kurdan ditirsin. Ji zarokê li kolanan, ji extiyarên li malê, ji jin û mêran ditirsin. Ji ber ku hemû jî dikarin YPS'yî bin. Ditirsin ku di her kêliyê de ji bo hesabpirsîna ji zalimên faşîst, dikarin biteqin. YPS ruh û hişmendiyeke azadiyê ye ku di mejiyê faşîzmê de diteqe."

Kalkan da xuyakirin ku YPS'ê bi destpêkirina sala 2018'an re ji bo têkbirina faşîzma AKP/MHP'ê, serxistina şoreşa azadiyê û azadkirina gelê Kurd, bi hemû hêza xwe seferber bûye û got, "Sala 2018'an weke sala azadî û serketinê, sala hilweşandina faşîzma AKP/MHP'ê îlan kiriye. Vê yekê li her qadê dike. herî zêde bi pêşvebirina têkoşînê, xwedîderketina li xweparastinê, birêxistinkirina hişmendiya xweparastinê û bi çalakiyan dike. Ev yek li her cihî deng vedide û her roj li her qadê çalakiyên YPS'ê tên lidarxistin. Dijmin hewl dide vê vejêre. Di çapemeniyê de nahêle bê weşandin. Civak jî zane, dijmin jî zane ku gelê Kurd dest bi şoreşa xwerêveberiya demokratîk kiriye û wê vê bi ser bixîne. Berdêla xwe çi dibe bila bibe wê xweparastina vê bike. Di vê mijarê de wê sala 2018'an bibe saleke diyarkirinê. Yanî wê bibe saleke hilweşîna faşîzmê, serketina azadî û hebûnê. Em bi vî ruh, bi vê bîr û baweriyê tevdigerin."

Kalkan di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya ciwanên Kurd ku xwedî li karê xweparastinê yê YPS'ê derkevin û li her cihî weke şervanên dilxwaz ên YPS'ê xwe bi rêxistin bikin, di xeta berxwedanê de bixebitin.

Kalkan destnîşan kir ku bi ciwanên bi vî rengî wê paşerojeke azad bê afirandin.