200 parêzer tevlî berxwedana Malbata Şenyaşar bûn

200 parêzerên ji baroyên cuda, tevlî Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li dijî qetlîamê di berxwedanê de ye, bûn.

Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz bi ser dikana malbata Şenyaşar de girtin û 3 ferdên malbatê qetil kirin.

Nobeda Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar li dijî vê zilma ku li hemberî wan pêk hat di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin ket roja 200'an.

Li ser banga Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê 200 parêzeran îro piştgirî dan Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar. Parêzerên endamên OHD'ê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û serokên baroyan jî di nav de 200 parêzer hatin ber Edliyeya Rihayê û bi Emîne û Ferît Şenyaşar re daxuyanî dan çapameniyê. Beriya daxuyaniyê polisan parêzeran bi mertelan dorpêç kirin.

Serokê Şaxa OHD'ê ya Rihayê Alî Arslan, di bişn dorpêça polisan de daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin xwend û spasiya baro û parêzerên ku piştgirî dan malbata Şenyaşar kir. Arslan, diyar kir ku bêhiqûqî û bêedaletî bi destê darazê tê domandin û girîngiya piştevaniya di vê pêvajoyê de anî ziman. Arslan ji roja ku êriş pêk hatiye heta geşedanên dawîn ên li dijî malbatê serpêhatiya malbata Şenyaşar vegot. Arslan, destnîşan kir ku bi pêkanînên li dijî wan hewl tê dayîn ku malbata Şenyaşar bê tepisandin û dev ji tekoşîna xwe ya edaletê berde.

Di berdewamê de Arslan, da zanîn ku berdewamkirina dosyaya malbata Şenyaşar nîşaneya berdewamkirina polîtîkaya bêcezahiştinê ye û ev tişt anîn ziman: "Em qala dosyayeke 3 sal in biryara nepeniyê li ser e dikin û nizanin di kîjan astê de ye. Li dijî bêdengiya saziyên edlî ya ji bo daxwazên malbata Şenyaşar ku dest bi nobeda edaletê kiriye daxwazên malbata Şenyaşar daxwazên me hemûyan e. Em ê bibin dengê dayika Emîn e. Ji bo ku ji zilmê re bibêjin bes û bi dawî bikin em îro bi cibên xwe li vir in."

Piştî daxuyaniya hevpar parêzerê malbata Şenyaşar Bulent Tûran, Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Alîkarê Serokê Baroya Wanê Hamza Çîftçî jî axaftin kirin. Di axaftinên xwe de bal kişandin ser zilma ku li malbata Şenyaşar tê kirin û peyamên piştevaniya malbatê dan.

Herî dawî Ferît Şenyaşar axivî û tiştên li dikana wan û Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi serê wan de hatine vegot. Şenyaşar, diyar kir ku bavê wî li ber çavên wî lînç kirine û wiha got: "Birayên min ên bi 24 guleyan birîndar qetil kirin. Ev mertal wê nikaribin sûcê mirovahiyê veşêrin. Hûn bi van mertalan nikarin sûc veşêrin. Ev sûcekî mirovahiyê ye. 2 ewladên dayikekê û hevjînê wê hatine qetilkirin. Em li ber deriyê edliyeyê rûdinên. Nikarin bikevin edliyeyê. Ev çawa dibe deriyê edaletê?"

Piştre parêzer bi malbatê re derbasî Nobeda Edaletê bûn. Bi hinceta ku serdozger di destûrê de ye parêzeran negirtin edliyeyê.

Çalakiya parêzeran bi çepikan bi dawî bû.