2 endamên meclîsê yên HDP'î hatin destgîrkirin

2 endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên HDP'î hatin destgîrkirin.

Endamên meclîsê yên HDP'î Şahîn Saglam û Ridvan Ezer di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de doh êvarê li malên xwe di serdegirtina polîsan de hatin destgîrkirin. Di serdegirtinê de her wiha hevsera Ridvan Ezer jî hate destgîrkirin.

Hate ragihandin ku hevsera Ezer demeke kurt piştî ku birin emniyetê hate berdan.

Endamên meclîsa şaredariyê li midûriyeta emniyetê ya bajêr in.