2'emîn Kongreya Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî dest pê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 2'emîn Kongreya Gel a Wargehê bi beşdariya 450 delegeyî dest pê kir.

Li Wargeha Penaberan a  Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 2. Kongreya Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi diruşmeya ‘Bi ruhê berxwedana Werxelê, têkoşînê bilind bikin, statuya Kurdistanê û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger bikin’ destpêkir. Bi giştî 450 delegeyên kongreyê hene.

Salona kongreyê bi dowîzên bi nivîsa ‘Sîstema Konfederalîzma Demokratîk, xwe dispêre komîn û Meclîsan, ev jî sîstema xwe Rêveberiya netewa demokratik pêktîne,’ ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azadbike’, ‘Emê bi têkoşîna jinên penaber faşîzmê têk bibin û bi Rêber APO re azad jiyan bikin’ û ‘Ciwan wê bi geşkirina şerê gelê şoreşgerî, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike’ bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên Werxelê û wêneyên şehîdên wargehê hate xemilandin.

Kongre bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgara Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan ve hat kirin.

Kaçan di destpêkê de 2’emîn Kongreya gel ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî li Rêber Apo, şehîdên Kurdistanê, şervanên serê çiya û li tevahî gelê amade pîroz kir û got: “Ji beriya her tiştî em sala nû, bi hêviya azadiya Rêber Apo, li we hemûyan pîroz dikin. Em di heyva Çileyê de ne û em bi vê boneyê  di kesayeta Şehîd Sara de, tevahî şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û emê heta dawî li ser rêya wan bimeşin. Me gelek zorî û zehmetî kişandine, lê em bi saya şehîdên xwe niha gihiştine qonaxekî nû.

Di pêvajoyên derbasbûyî de, ji bo ku fikir û felseya Rêber Apo sernekeve, dijmin bi hemû hêzên xwe ve xwestin me tûne bikin. Di van du salên derbasbûyî de, dijminên faşîst û dûvikên wan yên weke PDK, xwestin têkoşîna azadiyê binbixin. Her wiha tecrîda li ser Rêber Apo her ku çû zêdetir kirin û niha tecrîd hatiye di lûtkeya herî jor de. Li çiyayên azad, kimyasal bikaranîn û xwestin gelê Kurd bê parastvan bihêlin. Dema em vê konsepta dijmin mêze dikin, em dibînin ku dijmin ketiye di nava qirêjiyek çawan de. Lê şervanên vî gelî, bi rêbazên nû û bi fedayî dîrok ji nû ve nivîsandin. Şer û berxwedaniya ku niha li çiyayên azad tê meşandin, ti mînakên wê di cîhanê de nînin. Heta ku ev paradigmaya Rêber Apo hebe wê ti caran gelê Kurd winda neke.

Îro lihevkirina AKP-MHP û PDK’ê li beramberî gerîla têk çûye. Her cûre êrîş li ser gelê Mexmûrê dan meşandin. Rêya Hewlêrê li ser me girtin, bi balafiran êrîşî me kirin, lê nekarîn me ji doza me bidin dûrkirin. Planên dijmin serneketiye. Têkoşîna me her ku diçe berbi serketinê ve diçe û azadiya Rêber Apo nêze."

Piştî axaftina vekirinê, dîwana kongreyê hat hilbijartin û kongre di van kêliyan de bi xwendina raporan didome.