2 ciwanên din ê Kurd dawî li jiyana xwe anîn

Li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê roja Înê ciwanekê bi xwe daliqandinê dawî li jiyana xwe anî û rojek beriya wê li bajarê Ûrmiyê jî jineke ciwan agir berda xwe û dawî li jiyana xwe anî.

Rêjeya xwekuştina welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî ciwanên Kurd her ku diçe zêdetir dibe û heya niha ti hewldaneke cidî ji bo pêşî li wê trajediyê bê girtin nehatiye pêşxistin.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) pêr li Gundê Dewreqela ya girêdayî bajarê Seqizê ciwaneke 16 salî yê bi navê Mardîn Ella Muradî bi daliqandina xwe dawî li jiyana xwe aniye.

Her wiha hatiye gotin ku dema xizmên Mardîn ew rakirine navendên tendirustiyê; di rê de jiyana xwe ji dest daye.

Têkildarê sedemên xwekujiya wî ciwanî KMMK’ê ti agahî parve nekiriye.

Ji aliyê din hatiye gotin ku roja pêncşemiyê jî li gundê Rajan a girêdayî bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê jî jineke ciwan a bi navê Kajîn Fetahî (18) jî agir bi bedena xwe berdaye û dawî li jiyana xwe aniye. Nayê zanîn bê ka çima wê jina ciwan agir bi berdaye xwe.