2 çalakvanên Kurd li Sine hatin destgîrkirin

Pêla destgîrkirina welatî çalakvanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê didome. Di berdewamiya vê pêlê de duh 2 çalakên sivîl ên Kurd li bajarê Sine hatin destgîrkirin.

Hat ragihandin ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlekariyê yên dewleta Îranê duh bi ser malên du çalakvanên sivîl ên Kurd ên bi navê Kejal Nesrî û Ferheng Eywezî de girtin. Hêzên rejîmê li malê lêgerîn pêkanîne û dest danîne ser gelek kel û pelên şexsî yên her du çalavanan. Piştre jî her du çalakvan destgîr kirin û ew rakirina îdareya Îttilaatê ya bajêr.

Hêzên rejîma Îranê ku ev nêzî mehek e dest bi pêleke nû yê destgîrkirina welatî û çalakvanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê kiriye, di nava vî demî de herî kêm 42 kes li bajarên Bane, Seqiz, Merîwan û Sine destgîr kirine ku ji wan 42 kesan tenê 3 kes yên bi navê Zagros Reşîdî, Ebdurehman Efşar û Ebdurehman Eştak bi danîna pere ji bo demekê serbest hatine berdan.