19 girtiyên li girtîgeha Patnosê hatin sirgûnkirin

19 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê ji bo girtîgehên deverên cuda hatin sirgûnkirin.

19 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a li navçeya Patnos a Agiriyê hatin sirgûnkirin. Li gorî agahiyan, Hevserokê berê yê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetîn jî di nav de 19 girtiyên li qawîşa C-9'ê doh ji bo 4 girtîgehên cuda hatin sirgûnkirin.

Çetîn jî di nav de 4 kes sirgûnî Gumuşhaneyê, 4 sirgûnî Baybûrtê, 4 sirgûnî Erzîromê û 7 jî sirgûnî Wanê hatin kirin.

Çetîn bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku Midûrê Girtîgeha Patnosê ji bo tolê ji wan hilîne ew sirgûnî girtîgehên deverên cuda kirine.