17 zarokên ku li Baxozê hatibûn rizgarkirin, gihiştin Şengalê

QSD’ê li Sûriyeyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li Baxozê dest bi operasyonan kiribû û gelek zarok rizgar kiribûn. 17 zarokên Êzidî yên ku hatin rizgarkirin, li Şengalê teslîmî malbatên wan hatin kirin.

Zarok û jinên Êzidî ku ji aliyê QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê tên rizgarkirin, kom bi kom derbasî Şengalê tên kirin.

Îro jî 17 zarokên ku 13 ji wan Êzidî û 4 jî Şîayên Şengalê ne, ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Şengalê hatin kirin.

Zarokên ku temenê wan di navbera 5 û 15 saliyê de diguhere, ji aliyê Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve teslîm hatin girtin.

Zarok piştre jî anîn navenda Şengalê û li dibistana Zerîfa Osê ji aliyê malbatên wan û sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin. 17 zarok li vir ji aliyê rayedarên Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û TAJÊ ve radestî malbatên wan hatin kirin.

Malbatên ku gelek ji wan jî, piştî komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an koçber bibûn li cihên cuda yên Başûr dimînin, spasiya xwe ji QSD’ê, Meclîsa Şengalê û TAJÊ kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê dayîka bi navê Erzan Ehmed di dema vegera zarokan de gotiye ku, “Em ji Kampa Bêrisvê ya li Başurê Kurdistanê hatin Şengalê da ku pêşwaziyê li zarokên xwe yên rizagar bûne bikin. Em ji gundê Siba Şêx Xidir in. Di dema fermana 3’yê Tebaxê de ji malbata min 15 kes û ji mala apê min jî 19 kes hatin revandin. Heta niha 11 hatine rizgarkirin û 4 di destê çeteyan de mane. Em ji dil û can spasiya QSD’ê dikin ku li me bûne xwedî. Em pir kêfxweş in ku zarokên me bi saxî vegeriyan.”

Dayika bi navê Ernû Reşo jî gotiye ku “Em ji gundê Sîbe Şêx Xidir in. Lê niha li kampên Başurê Kurdistanê dijîn. Em hatine ku pêşwaziya zarokên xwe bikin ên ku hatine rizgarkirin xwe bikin. Ji malbata min 19 kes ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê. Heta niha 15 ji wan hatine rizgarkirin û 4 di destê çeteyan de mane. Hêviya min ji hêzên QSD’ê ew e ku yên mane jî rizgar bikin. Em gelekî spasiya wan dikin ku zarokên me rizgar kirin û bi selametî teslîme me kirin.”