16 sal û 8 meh ceza dan Balûken

Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê 16 sal û 8 meh cezayê parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken erê kir. HDP'ê Balûken, li Êlihê di rêza 1'emîn de namzetê parlementeriyê nîşan dabû.

Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê 16 sal û 8 meh cezayê ku ji bo Balûken hatibû dayîn, erê kir.

Balûken di 4’ê Mijdara 2016’an de hate girtin û sala derbasbûyî di 30’ê Çileyê de hatibû tehliyekirin. Li ser îtiraza dozger li nexweşxaneya ku dihate ameliyatkirin derketibû û 17’ê Sibatê carek din hate girtin.

Balûken di dema dewamkirina muzakereyan de di nava endamên Heyeta Îmralî de bû û bi  hinceta ‘endamê rêxistinê’ ye 18 meh bûn ku girtî dihate darizandin.