16'ê Cotmehê, Kerkûk û herêmên 'cihê nîqaşê'

Piştî ku dest li Kerkûkê hate werdan valahiyek derkete hol. Ya ku herî zêde sûd ji vê valahiyê wergirt, dijminê Kurdan ITC ye ku bi fermana Erdogan tevdigere. ITC li ser vê bingehê komên çete ava kir ku maeşên wan ji aliyê AKP û Tirkiyeyê ve tê dayin.

Salek di ser re derbas bû ku artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî piştî referandûmê dest danîn ser Kerkûkê û herêmên 'cihê nîqaşê'.

Pirsgirêka Kerkûkê ne nû ye. Bi hatina DAÎŞ'ê, bi vekişîna artêşa Iraqê ji Kerkûkê û bi bicihbûna hêzên Başûrî dest pê nekir. Pirsgirêka Kerkûkê piştî ku li Kerkûkê petrol hate dîtin dest pê kir. Ev pirsgirêk, ji ber hêzên navneteweyî yên ku dixwazin çavkaniyên dewlemend ên herêmê talan bikin û ji ber dewleta Tirk ku vê derê weke xaka xwe dibîne û timî tevdide, dest pê kir.

PIŞTÎ HILWEŞANDINA REJÎMA SADDAM HUSEYÎN...

Piştî ku rejîma Saddam Huseyîn bi destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate hilweşandin, ji bo Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê kir. Di nava du salên destpêkê yê destwerdanê de rêveberiyeke demkî ya Iraqê hate avakirin ku DYA'yê jî cih di nav de girt. Ev rêveberiya demkî bi nûnerê taybet ê DYA'yê yê Iraqê ve hate girêdan û karê xwe bi vî rengî kir.

Bi rêya komîsyonekê (sala 2005'an hate avakirin) destûra bingehîn a Iraqê ya nû hate amadekirin. Ev destûr ji 139 xalan pêk dihat. Piştre xala 140'î li destûrê hate bicihkirin ku ev xal jî li ser rewşa vê herêmê bû.

Xala 140'î ji bo herêmên ji Mendelî dest pê dike heta Altinkopru, Kuşte yên Hewlêrê, beşek ji Nawşirwan a Silêmaniyê, Çîmen, Karahîncîr, Kelar û heta navçeya Keremkadir a Kerkûkê dewam dike, hate danîn. Ku ev herêm weke 'herêmên cihê nîqaşê' hate binavkirin.

Li gorî vê xalê, di serî de Kurd hemû gelên ku di serdema Saddam Huseyîn de ji Kerkûkê û herêmên 'cihê nîqaşê' hatin sirgûnkirin û malên wan hatin desteserkirin, di nava du salan de wê vegerin cih û warê xwe û ji bo her malbatekê 10 milyon Dînarê Iraqê tazmînat bê dayin. Erebên ku li şûna Kurdan û gelên din hatin bicihkirin wê li cihên ku jê hatin anîn bên vegerandin. Ji bo malbatên Ereb ên li cihê xwe hatine vegerandin jî wê 20 milyon Dînarê Iraqê tazmînat bê dayin. Piştî ku veger qediya wê ji bo Kerkûkê referandûm were kirin. Ev hemû diviyabû di nava du salan de bihatina kirin. Bi pêkhatina referandûmê re wê xala 140'î ya li Destûra Bingehîn a Iraqê hate bicihkirin ji holê bihata rakirin.

Piştî ku Destûra Bingehîn a Iraqê ya nû sala 2005'an hate qebûlkirin, bi rêya hilbijartinê hikumeta destpêkê ya Iraqê ya piştî Saddam Huseyîn ava bû. Îbrahîm Caferî ku niha Wezîrê Karên Derve ye wê wextê bû Serokwezîrê destpêkê yê hikumeta nû. Caferî diviyabû xala 140'î bi cih bianiya. Lê belê di nava du salên destpêkê de ku pêkhatina referandûmê dihate ferzkirin, referandûm nehate kirin. Ji ber ku veger nehatibû qedandin. Tazmînata ku diviyabû ji malbatan re bihata dayin, nehatibû dayin. Caferî piştî du salan îstifa kir û Nûrî Malîkî li şûna wî bû Serokwezîr.

Malîkî jî tazmînat neda, zemîna qanûnî ji bo vegerê amade nekir û xala 140'î bi cih neanî. Pêkhatin an jî pêknehatina xala 140'î ti carî nebû xema Rêveberiya Herêmî. Ji ber ku Rêveberiya Herêmî herêmên cihê nîqaşê weke herêmên Kurdistanî dît.

DEMA SEROKWEZARETIYA MALÎKÎ

Hikumeta ku Malîkî sala 2009'an ava kir, budçeya ji bo Herêma Kurdistanê bi rêjeya 17 ji sedî hatibû diyarkirin, daxist 12 ji sedî. Ev yek bû sedem ku krîza nabera hikumeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî girantir bibe. Daxistina rêjeya budçeyê rê li ber wê yekê vekir ku PDK di asta herî bilind de daxuyaniyên li ser serxwebûnê bide.

DAÎŞ'Ê RÊ LI BER REWŞEKE NÛ VEKIR

Di demeke wiha de, DAÎŞ a ku sala 2013'an li Iraqê hate afirandin, gelek herêmên Sûriyeyê bi dest xist û li Reqayê xelîfetiya xwe ragihand. Li Iraqê jî dest bi êrîşê kir. Di demeke kin de Anbar, Tîkrît, Diyala, Xaneqîn jî di nav de gelek bajar, navçe, gund û herêm dagir kir. Tîrmehê jî Mûsil, Telafer, Becîr û herêmên sînor bi dest xist. Dûre êrîş bir ser Şengalê, Rebîa û Zûmarê û ew der jî bi dest xist. Piştî Telafer û Mûsilê berê xwe da Kerkûkê. Li herêmên ku DAÎŞ'ê êrîş dikir, artêşa Iraqê bi fermana Nûrî Malîkî vekişiya. 

PÊŞMERGE Û GERÎLAYAN HERÊMÊN CIHÊ NÎQAŞÊ JI DAÎŞ'Ê RIZGAR KIRIN

Dema ku DAÎŞ'ê xwe nêzî Kerkûkê kir, hêzên pêşmerge û gerîla ji bo parastina Kerkûk û herênên cihê nîqaşê, dest li herêmê werdan. DAÎŞ'ê heta navçeya Hewîce ya Kerkûkê bi dest xistibû. Car carna jî êrîş dibir ser navenda bajarê Kerkûkê. Lê belê hemû êrîş bi taktîka hêzên gerîla û bi bersiva hêzên pêşmergeyan hatin şikandin.

Serokwezîr Nûrî Malîkî ku ji dagirkeriya DAÎŞ'ê berpirsyar hate dîtin, îstifa kir. Haydar Ebadî li şûna wî hate tayînkirin.

Piştî ku DAÎŞ kete herêmê, di serî de Kerkûk pirsgirêka herêmên cihê nîqaşê bi awayekî demkî çareser bû. Hêzên pêşmergeyan û Rêveberiya Herêmî li her cihên herêmê bi cih bûn. Bi navê hikumeta navendî ya Iraqê tiştek nema.

Haydar Ebadî ji ber ku ji aliyê DYA û hêzên navneteweyî ve weke serokwezîr hate tayînkirin, heta sala 2016'an bi desteka hêzên navneteweyî artêş komî ser hev kir. Hêzên Heşdî Şabî jî ku ji 160 koman pêk dihat, sala 2015'an ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ava kiribû. Tevî Hêzên Heşdî Şabî di payîza sala 2016'an de bi desteka koalîsyona navneteweyî li dijî DAÎŞ'ê dest bi operasyonê kir. Bi bihara 2017'an re Mûsil, Telafer, Ambar, Becî, Baac û gelek navendên din ên girîng ji destê DAÎŞ'ê derxist.

AMADEKARIYA BARZANÎ YA JI BO REFERANDÛMÊ

Li Iraqê ji aliyekî ve pirsgirêka DAÎŞ'ê hebû, li aliyê din jî Rêveberiya Navendî bi Rêveberiya Herêmî re di nava pirsgirêkên giran de bû. Li Başûrê Kurdistanê jî pirsgirêkên giran ên siyasî û civakî der bûbûn. Tevî ku gelek partiyên li Parlamenta Başûr li ber radibûn jî, PDK'ê parlament ya li gorî dilê xwe dixebitand, ya jî ditevizand. 

Yek ji pirsgirêkên sereke yên Başûr, meseleya Serokatiya Herêmê bû. Dema serokatiya Mesûd Barzanî sala 2015'an qediya bû, lê dikir nedikir dest ji wezîfeyê bernedida. Ji bo vê jî dest li parlamentê hatibû werdan û Serokê Parlamentê bê bandor hatibû hiştin.

PDK a ku li Kerkûkê bi cih bû û gelek herêmên petrolê kontrol kir, sala 2015'an bêyî haya Hikumeta Navendî ya Iraqê jê hebe, bi Recep Tayyîp Erdogan, AKP û Tirkiyeyê re li ser petrolê peyman mohr kir. Petrola Kerkûkê di ser PDK'ê re diçû ji Tirkiyeyê re. Vê yekê krîza navbera Rêveberiya Herêmî û hikumeta Ebadî girantir dikir.

Barzanî zanîbû ku cara duyemîn dema wezîfeya serokatiyê ji bo wî nayê dirêjkirin. Lewma pirsgirêkên bi Iraqê re ji xwe re kir hincet û ji bo 'referandûma serxwebûnê' bê kirin, li ser hev biryar da. Ya rast, Barzanî bi rêya referandûmê dixwest heta mirinê weke serokê Başûrê Kurdistanê bimîne. Lewma ji bilî referandûmê li tiştekî din nedifikirî. Di serî de DYA, hêzên navneteweyî bi Barzanî re rûniştin û hewl dan wî ji referandûmê vegerîne. Neteweyên Yekbûyî, DYA û Îngilîstanê li şûna vê yekê alternatîfeke din a bi kêrî Kurdan were pêşkêş kirin. Lê tevî vê yekê jî Barzanî ji biryara referandûmê venegeriya. 25'ê Îlonê referandûm hate kirin. Referandûm li Kerkûkê û herêmên din ên 'cihê nîqaşê' jî hate kirin û vê yekê krîza navbera Iraqê û Başûr girantir kir.

Di serî de hikumeta navendî ya Iraqê, Îran û Tirkiyeyê referandûm weke 'derveyî qanûnî' îlan kirin.

DESTWERDANA 2 ROJAN RÊ LI BER ENCAMEKE GIRAN VEKIR

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî di nava meha Îlona 2017'an de piştî operasyona Hewîeyê kete nava liv û tevgerê. Ebadî ji hikumeta Başûr xwest ku referandûmê 'derbasdar nîne' ragihîne, xwe vekişîne herêmên beriya êrîşên DAÎŞ'ê û herêmên petrolê yên di destê xwe de radest bike. Naxwe gefa operasyona leşkerî dixwar û ji bo vê jî amadekariya leşkerî kir.

15'ê Cotmehê rayedarên payebilind ên PDK û YNK'ê li navçeya Dokkan a Silêmaniyê li hev civiyan û piştî civînê hate îdîakirin ku biryar hatiye dayin bi Iraqê re li hev bikin. Lê belê rojek piştî vê daxuyaniyê, şeva 16'ê Cotmehê hêzên artêşa Iraqê, polîsên federal û hêzên Heşdî Şabî dest li Xaneqîn û Xurmatû werdan. Bi destwerdana leşkerî re hêzên Iraqê di nava çend saetan xwe de gihandin navçeya Daqoqê ya Kerkûkê. Piştî saetekê Balafirgeha Kerkûkê bi dest xistin. Sibeha 17'ê Cotmehê jî hêzên Iraqê xwe gihandin taxên derveyî Kerkûkê. Hêzên gerîla yên li navenda bajêr ji bo demekê li vir li ber xwe dan. Piştî ku hêzên HPG'ê fêhm kirin ku PDK û YNK'ê bi Iraqê re li hev kirine û hêzên pêşmerge ji bajêr vekişandine, hêzên gerîla xeteke parastinê ava kirin û şer sekinandin.

Hêzên artêşa Iraqê, polîsên federal û hêzên Heşdî Şabî di nava rojekê de tevî Altinkopru ya Xaneqînê û nehiya Karahîncîr a Silêmaniyê, gelek herêm bi dest xistin. Piştî rojekê jî Şengal, Mexmûr, Rabîa û Zûmar bi dest xistin.

Ev windahî ji bo Başûrê Kurdistanê windahiya xakeke berfireh bû. Xaka ji dest çû zêdeyî nîvê Başûr e. Yanî 51 ji sedî yê xaka Başûr ji dest hate berdan. Tevî vê yekê şeş herêmên mezin ên petrolê yên Kerkûkê, Babagurgur, Bayhesen, Cembur, Havan û DBZ bi temamî ji dest çû. Tenê herêma petrolê ya Şiveşok a li biniya Taqtaqê di destê rêveberiya Başûr de ma. Li herêma PDK'ê jî tenê herêma petrolê ya Xurmalê ya li biniya Mexmûrê ma.

Piştî destwerdanê Mesûd Barzanî îstifa kir. Ji destçûna nîvê xaka Başûr kir ku qîmeta rêveberiya Başûr li nava hêzên neteweyî û navneteweyî kêm bibe û ji aliyê dîplomatîk û siyasî ve destê xwe qels bibe. Nêçirvan Barzanî ji bo têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re baş bike, bi her awayî tawîz da, Bradost û herêmên din ên Başûr ji dagirkeriya Tirkiyeyê re vekir. Tevî van tawîzan jî hîn Erdogan îqna nekiriye ku razemeniyên xwe yên li Tirkiyeyê rizgar bike.

Hemû deriyên sînor ên bi Îranê re radestî hikumeta navendî hatin kirin. Bi vî rengî ji aliyê aborî ve jî bêhtir tengav bû.

Piştî destwerdanê ji bo Kerkûkê waliyekî demkî hate wezîfedarkirin. Kurdan hîn jî Walîtiya Kerkûkê bi dest nexistine. Hêzên pêşmerge û asayîşê jî hîn nekarîne vegerin Kerkûkê.

Tevî windahiya siyasî û aborî, bi deh hezaran Kurd ji neçarî cih û warên xwe terikandin û li Silêmanî, Hewlêr, Kîfrî, Kelar, Çemçemal, Taqtaq û Helebçeyê mîna koçberan dijîn. Bi hezaran malên Kurdan hatin talankirin.

ITC'Ê JI VALAHIYÊ SÛD WERGIRT Û ÇETEYÊN XWE AVA KIR

Piştî ku dest li Kerkûkê hate werdan valahiyek derkete hol. Ya ku herî zêde sûd ji vê valahiyê wergirt, dijminê Kurdan ITC ye ku bi fermana Erdogan tevdigere. ITC li ser vê bingehê komên çete ava kir ku maeşên wan ji aliyê AKP û Tirkiyeyê ve tê dayin. ITC wê bi rêya van çeteyan hewl bide armancên AKP û Tirkiyeyê li Kerkûkê pêk bîne. Ji xwe Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Bexdayê M. Fatîh Yildiz ev armanca Tirkiyeyê bi zimanekî zelal anîbû ziman. Bi gotina "Kerkûk xaka pêşiyên me ye" plana xwe ya li ser Kerkûkê eşkere kir.