15 rojên dawî li Bakur 29 leşker hatin kuştin

AKP û Erdogan ku sala 2017'an encama dixwestin nekarîn bi dest bixin, bi êrîşan dest bi sala 2018'an kirin.

AKP/Erdogan ku sala 2017'an encama dixwest bi dest nexist, bi êrîşan dest bi sala 2018'an kir. Erdogan ku dagirkirina Efrînê xistiye rojeva xwe, bi vî rengî dixwaze şerê li Bakurê Kurdistanê veşêre. Haya civakê ji 29 leşkerên di nava 15 rojên destpêkê yên salê de hatine kuştin, nîne. Bi 'operasyona Efrînê' re hewl dide civakê bixapîne.

Vê wextê ku Şerê 3. ê Cîhanê diqewime, her kes zane ku şerê rastî li ser qadê tê kirin. Erdogan û tîma wî bi rêya çapemeniyê propaganda şerê psîkolojîk dikin û hewl didin rûyê rast ê şer veşêrin. Lê belê şerê li Bakurê Kurdistanê bi dijwarî dewam dike.

HPG'ê berî niha bi deh rojan bîlançoya şer a sala 2017'an eşkere kir. Li gorî daneyên hatin eşkerekirin, sala 2017'an bi giştî 2.616 leşker û polîs di çalakiyên gerîla de hatin kuştin. Halbûkî Erdogan û Wezîrê Karên Hundir ê AKP'yî S. Soylû her ku diaxivîn digotin, wê Tevgera Azadiyê ya Kurd biqedînin. Û dawiya salê, yekane tişta ku qediya; hêviya AKP-MHP'ê ya ji bo qedandina gerîla bû.

Xuya ye sala 2018'an wê bi bûyerên nû û dijwar derbas bibe. Hê di rojên destpêkê yên salê de ji bo Erdogan tabloyeke baş derneket holê. Çav berda Başûr ku dagir bike, lê operasyona Xakurkê têk çû. Artêşa Tirk 14'ê Kanûnê leşkerên xwe danî herêmên ku gerîla lê tine bûn û xwest bi vî rengî bi pêş ve biçe. Lê belê leşkerên Tirk li pêşberî berxwedana gerîla, roja 12'ê Çileyê neçar man 'şevekê ji nişka ve' vekişin.

Hemû operasyonên li herêmên Amed, Erzîrom, Dersim û Botanê yên Bakurê Kurdistanê bê encam man. Operasyonên li Amanos û Derya Reş jî têk çûn. Medya AKP'ê her roj ji bo operasyonan got, 'Li vê derê PKK'yî hatin dîtin, çend hatin kuştin' û ji bo xwe serketî nîşan bide jî, cih û malzemeyên kevn ên gerîla nîşan da.

Bêguman weşandina dîmen û îtirafên rêveberên MÎT'ê yên di destê PKK'ê de ne, ji bo Erdogan pirsgirêkeke din e. Îtirafên rêveberên MÎT'ê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel û gotinên wan ên li ser Komkujiya Parîsê, xuya ye wê li qada navneteweyî serê Erdogan biêşînin. Bêguman medya AKP'ê li ser rêveberên MÎT'ê yên hatine girtin tiştek negot. Tevî ku Parlamenterê Îzmîrê yê CHP'yî Tûncay Ozkan li Meclîsê got, 4 rêveberên MÎT'ê di destê PKK'ê de ne, ne xema medya AKP'ê bû û bûyer ji nedîtî ve hat.

Piştî ku sala nû bi şer dest pê kir, li gel şert û mercên zivistanê jî bîlançoya panzdeh rojên destpêkê ne kêm e. Di 10 çalakiyên gerîla de heta niha 29 leşkerên Tirk hatine kuştin. Medya AKP'ê encama vî şerî nebîne jî, HPG'ê rojane daxuyanî da çapemeniyê û encam ji raya giştî re eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, bîlançoya şerê panzdeh rojên destpêkê yê sala 2018'an wiha ye:

ÇALAKIYA ŞEVA SERSALÊ

Artêşa Tirk 14'ê Kanûna 2017'an ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşê kir. Ji kêliya destpêkê ve li bin guhê berxwedana gerîla ket. Li dijî operasyona dagirkirinê ya li herêmên Girê Sîro, Geliyê Reş, Kanîreş û gundê Bermizê yên Diyanayê dest pê kir, êvara 31'ê Kanûnê çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de li girê Koordîne 2 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

ROJA DESTPÊKÊ YA SALÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

1'ê Çileyê, li dijî leşkerên Tirk ên li ser Girê Sîro yê Başûrê Kurdistanê bûn, çalakiyek hate kirin, lê necama vê çalakiyê zelal nebû. HPG'ê hamn rojê çalakiyeke duyemîn li navçeya Qilabanê ya Şirnexê pêk anî. Di vê çalakiyê de ku li dijî Qereqola Girê Sînekê hate kirin, 6 leşker hatin kuştin.

ROJA DUYEMÎN: 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

2'ê Çileyê, gerîla li Girê Mawanê yê li Başûrê Kurdistanê li hêzên operasyona dagirkirinê xistin û di encama du çalakiyan de 3 leşker mirin.

Heman rojê li Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke din hate kirin. Li vir jî 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

LI ÇELÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

5'ê Çileyê li dijî leşkerên Tirk ên il Qereqola Çeperê Şêxa yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiya sûîqestê hate kirin û leşkerek hate kuştin.

OPERASYONA LI GABARÊ

7'ê Çileyê artêşa Tirk bi desteka helîkopteran û balafirên keşfê li qadên Şehîd Dîlan, Şehîd Hemze û Kela Derwêşê yên çiyayê Gabarê dest bi operasyonekê kir. 8'ê Çileyê li dijî hêza operasyonê çalakî hate lidarxistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk a ku derb di operasyonê de xwar, 10'ê Çileyê neçar ba bê encam xwe vekişîne.

DU ÇALAKIYÊN LI GIRÊ KOORDÎNE: 11 LEŞKER MIRIN

12'ê Çileyê li dijî leşkerên li Girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek hate kirin û leşkerek hate kuştin.

Gerîla roja 14'ê Çileyê jî li leşkerên li ser Girê Koordîne xistin û di vê çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin.