15 kes li Kopê hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li navçeya Kop a Mûşê avêtin ser gelek malan. Di encamê de 15 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk avêtin ser gelek malên li navçeya Kopê û 15 kes destgîr kirin. Li ser sedema destgîrkirinê agahî bi dest neket. Kesên hatin destgîrkirin û ew birin Midirûyeta Emniyetê ya Bajêr:

Zekî Gun, Tahsîn Demîr, Devrîm Tanrikûlû, Yakûp Şahîn, Fesîh Çaglayan, Cuneyt Dûran, Sadûllah Demîr, Selahattîn Topçû, Îbrahîm Kaltûş, Hayrettîn Yilmaz, Hîkmet Aras, Kerem Kayaalp, Yaşar Taş, Melîke Tozyilmaz, Mehmet Alî Çetînkaya.