15’ê Tebaxê li Adîgeyê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adîgeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn bi coşeke mezin 35’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adîgeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn 35’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz kirin. Pîrozbahî li salona Çanda Sadoveyê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre sînevîzyona ku qala pêngava 15’ê Tebax û têkoşîna li Kurdistanê hate nîşandan. Piştre pîrozbahî bi axaftinan dewam kir.

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) yê Rûsya Huseyîn Feyzo axivî û diyar kir ku pêngava 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan destpêka pêvajoyekî nû bû û wiha domand; “Pêngava 15’ê Tebaxê ji nû ve vejîna Kurd û berxwedana li dijî teslîmyeta ku li ser Kurdan dihate ferzkirin bû. Ji ber wê eger îro Kurd vê rojê weke cejnekê pîroz dikin sedemê wê ev e.”

Feyzo di axaftina xwe de bal kişand li ser tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Kurdistanê û wiha got; “Piştî pêngava 15’ê Tebaxê dewleta Tirk a faşîst ji bo ku Kurdan teslîm bigre her roj êrîş kir û êrîşên xwe zêdetir kir. Îro êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medya û gefên li dijî Rojava dide nîşandan. Divê her kesê ku di azadiyê de israr dike li dijî lîstokên qirêj ên dewleta Tirk xwedî helwest bin.”

Hevseroka Komeleya Çanda Kurd a Adîgeyê Sînem Broyeva jî axivî û got divê herî zêde jin xwedî li Pêngava 15’ê Tebaxê derbikevin û wiha domand; “Fîşeka beriya 35 salan li dijî koletiyê hatî teqandin di heman demê de li dijî wê hişmendiyê ye ku îradeya jinê înkar dike. Îro eger bi hezaran jin di refên azadiyê de cih digirin û bi îradeyek mezin şer dikin ev girêdanbûna wan ya bi têkoşînê re dide nîşandan. Serî de jinên Kurd û hemû jinên cîhanê divê xwedî li vê çirûska azadiyê derbikevin.”

Broyeva bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got; “Dewleta Tirk a faşîst ji îradeya gelê Kurd ditirse û ji bo wê tecrîdê li ser Ocalan didomîne. Divê serî de jin û ciwan her kes ji bo şikandina vê tecrîdê û azadiya Rêbertiya me têkoşînê geştir bikin.”

Piştî axaftinan hunermend Berfîn Mamedova, Azad Bedran, Barî Yûsûbov, Azîz Tamoyan û hunermendên xwecihî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.