140 gundên Biradostê daxwaza derketina artêşa Tirk kirin!

Welatiyên 140 gundên Biradostê ya Başûrê Kurdistanê, bal kişandin ser dagirkeriya dewleta Tirk û nameyek bi îmzeya 2 hezar kesî pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî, civaka navneteweyî, hikumetê Iraqê û herêma Kurdistanê kirin.

Welatiyên 140 gundên Herêma Bradostê ya girêdayî bajarê Hewlêr a Herêma Kurdistanê, ji bo derxistina leşkerên dewleta Tirk ên dagirker li ser xaka wan, nameyek bi îmzeya 2 hezar kesî pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî, civaka navneteweyî, hikumetên Iraqê û herêma Kurdistanê kirin. Welatiyan di nameyê de ragihandin ku ji ber bombardumana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker jiyana wan têk çûye û gotin: “Zozanên me çavkaniya jiyana me ne. Em nikarin biçin zozanên xwe. Şev heya berbangê ji ber liv û tevgera balafirên şer ên dewleta Tirk, xew bi çavên zarokên me nakeve.”

Welatiyan, di nameya xwe de destnîşan kirin ku rê û pirên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine hilweşandin û ev bang li Serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan kirin: “Eger tu xwe musilman dibînî, bombebarana balafiran a li ser herêmên me rawestîne û leşkerên xwe ji xaka me derxîne. Dewleta Tirk 20 km ketiye nav xaka me, bi sedan gundên me vala ne. We gelê Şêladizê, Mêrgesor, Qendîl, Qeladizê, Kejek û Kendekolan qir kir. Ji wê kuştinê we çi bi dest xistiye. Tenê li Kendekolanê we 40 welatî qetil kirin.”

Welatiyan işaret bi aqûbeta Sedam Husên jî kir û diyar kirin: “Eger weke Serokê rejîma Baasê Sedam Husên bi hezaran kes qetil jî bike, wê di encam de çarenûsa Erdogan weke ya Sedam Husên be. Ji ber wê em dibêjin tenê rêya çareseriyê aştî ye.”

Gundiyên Bradostê bal kişandin ser hinceta bomberana dewleta Tirk a li ser xaka wan û wiha gotin: “PKK li herêmên me nîn e. Em li gund û warên xwe ne. PKK di nav me de nîne û ti têkiliya me bi PKK’ê re jî nîn e.”

Di dawî de welatiyan eşkere kirin ku ew ji ber zext û zoriyên hinek aliyan naxwazin navên xwe eşkere bikin.