14 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin

Li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de ji nav 16 kesên hatibûn destgîrkirin, 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) di 9’ê Cotmeha 2018’an de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de 43 kesên hatibûn destgîrkirin, 16 kes piştî îfadeya wan a li emniyetê sewqî dadgehê hate kirin. 14 kes jî piştî  lêpirsîna wan a li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.

Hate xwestin ku Ayten Tekeş, Arîn Zumrut, Rojda Bariş, Zekiye Yılmaz, Fatma Bulbul, Nesrîn Şanli, Umran Batûray, Berdan Acûn, Velat Esîn, Huseyîn Kaya, Adem Firîk, Mehmet Şengul, Aytaç Dûymûş,  û Omer Baran werin girtin.