14 berxwedêran ji bo Newrozê bang kirin!

Berxwedêrên li Strasbourgê diyar kirin ku ew Newrozê bi biryardariya Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan û Zulkuf Gezen pîroz dikin û her kes vexwendin Newrozê.

Berxwedêrên li Strasbourgê diyar kirin ku ew Newrozê bi biryardariya Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan û Zulkuf Gezen pîroz dikin û her kes vexwendin Newrozê.

MÛSTAFA SARIKAYA

Berxwedana ku ji bo jiyaneke însanî û serketinê tê kirin, bi Newrozan dixemile. Ez bawer im ku Newroza îsal wê hîn bedew be. Newroz ku çavkaniya xwe berxwedan e, em ê bi berxwedanê bixemilînin û bi wate bikin.

KARDO BOKANÎ

Çawa ku Dehaq têk çû û Med derketin holê, gelê Kurd ji nû ve dest bi berxwedanê kiriye û wê dagirkeran ji Kurdistanê derxîne, Kurdistanê azad bike. Em Newrozê bi vî rengî pêşwazî dikin.

DÎLEK OCALAN

Ez bawerim ku em ê vê pêngava xwe ya 'Kurdistana azad, Rêberê Azad, Jiyana azad' bi ser bixînin. Em bi berxwedana mezin dest bi cejna jiyana nû dikin. Bi serketinê piştrast im.

AGÎT ÛRAL

Newroza îsal Newroza serhildan û serketinê ye. Em bi ruhê berxwedanê dest bi Newrozê dikin. Em ê dawî li tecrîdkirina Rêberê xwe bînin. Newrozê li gelê me pîroz dikim û her kesî silav dikim.

RAMAZAN ÎMÎR

Em ê Newrozê bi ruhê berxwedêr ê hevrêyên me Mazlûman, Semayan, Zekiyeyan û Zulkufan pêşwazî bikin. Cejna Newrozê li gelên li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin pîroz dikim.

AYVAZ ECE

Newrozê li Rêberê me, li hevalên li ber xwe didin, li gelê Kurd û dostên gelê Kurd pîroz dikim. Em ê meşaleya Newrozê heta Kurdistana azad hildin.

NÛRGUL BAŞARAN

Newroza me ya îsal Newroza berxwedanê ye. Ji her kesî dixwazim ku bi ruhê berxwedanê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin û bibin dengê berxwedanê. Bi taybetî jinên ciwan û hevalên jin.

MOHAMMAD GHADERÎ

Berxwedana me ji bo bidawîkirina tecrîdê û afirandina paşeroja azad a gelê Kurd e. Newrozê li gelê me pîroz dikim. Bi taybetî silavên xwe ji Rêbertî û her kesên ji bo azadiya Kurdistanê li ber xwe didin dişînim.

DENÎZ SURGUT

Em; berxwedêr soza xwe dubare dikin. Em ê Newroza îsal bikin bihara azadiyê ji bo gelê xwe. Em ê bi berxwedana xwe ewrên reş û tarî yên li ser gelê xwe ji holê rakin û biharê bînin welatê xwe.

GULÎSTAN ÇIYA ÎKE

Newroz ji bo gelê Kurd Cejna Vejînê ye. Roja ku berxwedan bi ser dikeve. Pêngava berxwedanê didome. Bila her kes bi xurtî tevlî Newrozê bibin ku di heman demê de bibin dengê berxwedana me.

YUKSEL KOÇ

Ez bawer im ku gelê Kurd û dostên me wê Newroza îsal bigihînin asta herî bilind. Newroza ku mizgîniya biharê ye, mizgîniya azadiyê ye wê bibe mifteya 'bidawîbûna tecrîdê'. Bijî Newroz!

NÎMET SEVÎM

Ji bo me watedar û cihê kêfxweşiyê ye ku bi berxwedanê me dest bi sala 2019'an kir. Me Newroz timî bi ruhê berxwedanê pîroz kir. Ya ku Newroz herdemî kir PKK ye. Niha jî bi wî ruhî em hewl didin di vê demê de azadiyê biafirînin.

EKREM YAPICI

Beriya her tiştî serketina li Rojava pîroz dikim. Beriya Newrozê vê serketinê em serbilind kir. Ji xwe armanca berxwedana me jî garantîkirina van destketiyan e. Hêvîdar im em ê di demeke kurt de bi rengekî azad di Newrozên nû de li hev bicivin.

KEREM SOLHAN

Newroz îsal ji yên beriya niha cudatir e. Ji ber ku em li çar parçeyên Kurdistanê bi berxwedanê pêşwazî dikin. Divê gelê me bi ruhê berxwedanê dakevin qadan û Newrozê pêşwazî bikin. Em hêvîdar in ku wê meşaleya Newrozê hildin û bigihînin serketinê.

ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA YENÎ OZGUR POLÎTÎKA