12 sal ceza li Cengiz Anlî yê HDP'yî birîn
Dadgeha Tirk 12 sal û 6 meh ceza li Hevserokê HDP'ê yê Qersê Cengiz Anli birî.
Dadgeha Tirk 12 sal û 6 meh ceza li Hevserokê HDP'ê yê Qersê Cengiz Anli birî.
Rûniştina biryarê ya doza Hevserokê Bajêr ê HDP'ê yê Qersê Cengiz Anli li Dadgeha Cezayê Giran a 2'an pêk hat, ku Anli 8'ê Cotmeha 2020'an hatibû girtin û 6'ê Nîsana hatibû berdan.
Dadgeha Tirk bi hinceta ku tevlî taziyeyan bûye û tevlî kampanyaya malbatên xwîşk û bira bûye, daxuyaniyên çapemeniyê bûye û li ser îfadeyên şahidê veşartî 2 caran 6 sal û 3 meh ceza birî.