10 sal cezayê girtîgehê li Nûrhayat Altûn birîn

Hevşaredara Dersimê Nûrhaya Altûn ku wezîfeya wê hate desteserkirin, bi 10 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Hevşaredara Dersimê Nûrhaya Altûn ku ji Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) hatibû hilbijartin, lê wezîfeya wê hate desteserkirin, ji aliyê Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Erzîromê ve hate darizandin.

Nûrhayat Altûn bi rêya Sîstema Ragihandinê ya Deng û Dîmen ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê beşdarî rûniştina dozê bû. Parêzer Reyhan Yalçindag, Mesût Beştaş û Bariş Yildirim jî di rûniştina dozê de amade bûn.

Altûn diyar kir ku doza li hemberî wê doza ji bo tolhildanê ye.

Heyeta dadgehê di biryarê de israr kir û bi îdîaay "endametiya rêxistinê" 10 sal cezayê girtîgehê li Nûrhayat Altûn birî.