JIN
Hemû Nûçe
-
Navenda Mafên Jinê ya Baroya Wanê hate vekirin
Baroya Wanê Nvaenda Mafên Jinê vekir. Di merasîma vekirinê de işaret bi êrîşên hêzên dewletê yên li dijî jinê hate kirin û hate gotin, "Em ji her serlêdanê vekirîne." -
Ji KJK'ê peyama 8'ê Adarê ya ji bo jinên Efgan
KJK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek ji Yekîtiya Jinên Şoreşger a Efganistanê (RAWA) re şand û got, "Em têkoşîna we weke têkoşîna xwe dibînin, di nava têkoşîna xwe de em têkoşîna we jî dimeşînin." -
Rapora Sibatê: 9 rojnamevanên jin girtî ne û darizandina 20 rojnamevan jî dewam kir
Di rapora meha Sibatê ya MKG'ê de hat ragihandin ku 9 rojnamevanên jin girtî ne û darizandina 20 rojnamevanên jin jî dewam kir. MKG’ê banga mezinkirina hevgirtinê kir. -
'Li dijî polîtîkayên zextê di 8’ê Adarê de em ê li qadan bin'
Rêvebera DBP’ê û aktivîsta TJA’yê bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û li dijî êrîş û zextên desthilatdariyê rêxistinbûna xwe mezin bikin. -
'Bi saya Rêbertî, jin mafên xwe yên jiyanî misoger dikin'
Jinên ji Kongra Starê ên bajarê Amûdê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin û gotin, "Qetilkirina jinan weke jêkirina darekê ye, divê ku mafên jinan ê rewa werin misogerkirin." -
HPJ: Ev sedsal wê bibe sedsala têkoşîna jinan
Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Cinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir. -
YJA Star: Em bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' berxwedanê bikin bingeha jiyana xwe
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Ji bo em vê biharê bikin destpêka bihara jinê û ji sîstema bi serdestiya mêr re bêjin 'RAWESTE', bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ em berxwedanê bikin bingeha jiyana xwe. -
KNK'ê 8'ê Adarê pîroz kir
Komîsyona Jinan a KNK'ê bi peyamekê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir. -
'Me bi 7 jinan destpê kir, niha bûn bi hezaran'
Endama Meclîsa Kantona Hesekê Siltan Mihemed Izo got, "Me bi 7 jinan destpê kir û niha bûn bi hezaran jin. Jin niha li qada şer, li nava saziyan û her qada civakê hene." -
KCK: Bi azadiya jinê re wê civak û jiyan azad bibe
KCK'ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got, "Bi azadiya jinê re wê civak û jiyan jî azad bibe." -
Di rojên Çanda Jinên Kurd de cil û bergên gelêrî hatin nasandin
Hefteya Çanda Jinên Kurd a li paytexta Elmanya Berlînê di roja xwe ya şeşemîn de bi danasîna cil û bergên gelêrî yên Kurdî berdewam kir. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. -
Jinên Şengalê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin
Bi sedan jinên Êzidî û Ereb ên Şengalê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ meşek li dar xistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Çepên Spanyayê jî dixwazin piştî Fransayê kurtajê bixin Destûra Bingehîn
Partiya çep a radîkal Sumar ku hevparê hikûmeta sosyalîst a Spanyayê ye, ragihand ku dixwazin wekî Fransayê, betalkirina bijartî ya ducaniyê (kurtaj) bikeve Destûra Bingehîn a Spanyayê. -
Rêveberiya Xweser 9ˊê Adarê weke betlaneya fermî îlan kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 9’ê Adarê weke betlaneya fermî îlan kir. -
Rêxistina Efûyê: Bi deh hezaran wesayîtên jinan hatin desteserkirin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporek weşand û ragihand ku li Îranê li dijî jinan ‘çavdêriya berfireh’ heye û bi qanûna ferzkirina turbanê re bi deh hezaran wesayîtên jinan hatine desteserkirin. -
RJAK’ê li Kerkûkê serdana rêxistinên jinan kir
RJAK’ê bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê serdana rêxistinên jinan ên li Kerkûkê kir û kulîlkên ‘Ji bo mafên jinan bi hev re dixebitin’ û pirtûka ‘Jin, Jiyan, Azadî’ diyarî wan kir. -
Çalakiyên 8'ê Adarê: Azadî wê bi pêşengiya jinê pêk were
Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li gelek bajaran jin li hev kom bûn û gotin, "Azadî wê bi pêşengiya jinê pêk were." Her wiha tecrîda li Îmraliyê jî hate şermezarkirin. -
Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên 8'ê Adarê
Li Qamişloyê Meclîsa Jinê ya Kongreya Îslamî ya Demokratîk bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyanî da. Koordînasyona Kongra Star a Girkê Legê jî pêşangehek vekir. -
Ji KBDH’ê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê şerê azadiyê xurt bikin!
Konseya Giştî ya KBDH’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi daxuyaniyekê bang kir ku li dijî faşîzm û desthilatdariya mêr serhildan bê mezinkirin û got: “Ev şer ê me ye; em ê di refên herî pêş de cih bigirin û şerê azadiyê xurt bikin.” -
Fermandara YPJ’ê Dilbirîn Kobanê: Me soz daye jinan
Ji fermandarên YPJ’ê Dilbirîn Kobanê wiha got: “Me soz daye jinan, berdêla wê çi dibe bila bibe em ê paşde gav neavêjin.” -
Di çalakiya bersivdayînê ya YPJ’ê de 6 dagirker kuştin
Şervanên YPJ’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke bersivdayînê lidar xist. Di çalakiyê de 6 dagirker hatin kuştin û baregera wan hate şewitandin. -
'Gerîlayên jin li dijî sîstema kapîtalîst pêşengên xebat û têkoşîna jinan in'
Rojnamevan Şatû Mihemedê da xuyakirin ku jinên gerîla û jinên Rojava pêşengên xebat û têkoşîna jinan in û wiha got: “Jinên gerîla li dijî sîstema kapîtalîst pêşengên xebat û têkoşîna jinan in.” -
'Jin divê bi fikir û siyaseta xwe xwe bi rê ve bibin'
Jinên ji Silêmaniyeyê 8'ê Adarê pîroz kirin û gotin, "Jin divê bi fikir û siyaseta xwe xwe bi rê ve bibin." -
Mehekê herî kêm 39 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyên JINNEWS'ê di meha Sibatê de herî kêm 39 jin hatin qetilkirin, 15 jin jî bi gumanbarî mirin.