Zulkuf Gezen ê di greva birçîbûnê de şehîd bû-NÛ BÛ

Zulkuf Gezen ê ku di Girtîgeha Tekîrdagê de ye û ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, şehîd bû.

Zulkuf Gezen ê ku di Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê de ye û ji 1’ê Adarê ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bû, duh şev şehîd bû.

Gezen ji bo rakirina tecrîdê çalakiyek li dar xistiye û hate ragihandin ku cenazeyê Gezen birine morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Namik Kemal.

Malbata Gezen ji bo stendina cenaze hate Stenbolê.  Hate diyarkirin ku wê cenaze saet di 21.00’an de ji Balefirgeha Ataturkê bibin Amedê.

Diyar bû Gezen 12 sal in di girtîgehê de bû û cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.

Malbatê diyar kir ku merasîma cenaze ew ê sibê li Amedê were lidarxistin û banga tevlîbûnê li her kesê kir.