Zilma dewletê şewba koronayê nas nekir

Li TEM a Rihayê êşkenceyeke giran li Îbrahîm Halîl Bozkûrt hate kirin ku ji aliyê derûnî ve nexweş e û tevî Alî Fîdansoy hate girtin.

Zilma dewletê vîrûsa koronayê nas nake, êşkence bênavber dewam dike. Ji ber şewbê her kes ketiye pey jiyana xwe. Lê belê eşkere bû ku Îbrahîm Halîl Bozkûrt û kurê xalê wî Alî Fîdansoy ên li Rıhaê, 9 rojan li Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê (TEM) a Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê êşkence li wan hatiye kirin. Birayê Bozkûrt Serdal Bozkûrt agahî da ANF'ê û diyar kir ku kekê wî û kurê xalê wî bûne hedefa komploya polîsan.

9 ROJAN ÊŞKENCE LI WAN KIRIN Û BI ZORÊ ÎFADE BI WAN DAN ÎMZEKIRIN

Bozkûrt diyar kir ku kekê wî yê ku ji aliyê derûnî ve nexweş e û kurê xalê wî di 18'ê Adara 2020'an de hatin destgîkirin û qala bûyerê kir: "Şeva 18'ê Adarê polîsan avêtin ser mala kekê min Îbrahîm a li navenda Rihayê. Dema ku min bihîst ez çûm wê derê. Polîsan belgeya lêgerînê nîşan dan û li Îbrahîm pirsîn. Li nava malê geriyan û çûn. Ber destê sibehê em hîn bûn ku Îbrahîm û kurê xalê min Alî Fîdansoy hatine destgîkirin. Piştî rojekê jî min parêzer şand Şaxê TEM a Rihayê. Piştî hevdîtinê parêzer got ku Îbrahîm û kurê xalê min li emniyetê êşkence dîtine, ji ber lêdanê jî çavê rastê yê Îbrahîm hatiye girtin. Bi êşkenceyê îfade bi wan dane îmzekirin. Kurê xalê min Alî ji parêzer re got ku polîsan gef lê xwariye ku elektrîkê bidin wî, wî jî ji neçarî îfade îmze kiriye. Kekê min û kurê xalê min dema ku di navbera Riha-Pirsûsê de bi wesayitê diçûn, destpêkê ji aliyê wesayita sivîl ve hatin şopandin, piştre jî polîsan ew sekinandin. Dema ku ew hatin destgîrkirin gule li wesayita kekê min reşandin. Polîsan îdîa kirin ku li kêleka rê çenteyekî gumanbar dîtine û îdîa kirin ku ev çente yê Îbrahîm û Alî ye. Lê belê ji ber ku biryara nepenîtiyê li ser dosyayê heye me hîn bêhtir agahî wernegirt."