Yucel: Li Elmanyayê pêşwazîkirina Erdogan ji aliyê Merkel ve ‘îxanet e'

Rojnameger Denîz Yucel; Pêşwazîkirina Erdogan ji Elmanyayê ji aliyê Merkel ve ‘îxanet e’.

Denîz Yucel dema nûçegihanê Dîe Welt bû Sibata 2017’an hate girtin û di encama bazarên qirêj ên di navbera hikûmeta Elman û Tirk de Sibata îsal hate berdan.

Yucel duh li bajarê Potsdam di merasîma M100 Medîa Award de xelata rojnamegeriya salê wergirt û pêşwazîkririna Serokkomarê Tirk Erdogan bi merasîma dewletê ya ji aliyê Hikûmeta Elman ve weke ‘îxanet’ bi nav kir. Di heman demê de hikûmeta Elman bi ‘îxanetê’ sûcdar kir.

Yucel Serokkomar Frank-Walter Steînmeîer jî rexne kir û wiha got; “Serokkomar wê sûcdarekî bi merasîma dewletê pêşwazî bike.”

Sala 2016’an bi dengdana Qirkirina Ermenî û hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê re Elmanya û hikûmeta Tirk ‘alozî’ jiyan û mijara herî girîng a bazara di navbera herdu welatan de girtina Denîz Yucel bû. Yucel piştî ku Sibata îsal hate berdan heman daxuyanî dabû û mijara ‘bazarên qirêj’ rexne kirîbû.