YPS: Jibîrkirin îxanet e, em ê ji bîr nekin!

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkildarî salvegera sêyemîn a berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkildarî salvegera sêyemîn a berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Em salvegera 3’emîn a berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Hezex, Farqîn, Warto, Silopî, Dêrika Çiyayê Mazî, Wan, Stewrê, Kerboran, Şemzînan, Bismil, Sêrt, Riha û di şexsê şehîdên berxwedana xwerêveberiyê de hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe dubarê dikin ku em ê xeyalên wan bi cih bînin. Em careke din sozê didin ku em ê tola . Ş. Çiyager, Ş. Berfin, Ş. Mehmet Tûnç, Ş. Asya Yuksel, Ş. Xebatkar, Ş. Çeko, Ş. Nûda Amed, Ş. Sêvê, Ş. Fatma, Ş. Zeryan,  Ş. Hekîm, Ş. Îslam, Ş. Zîlan, Ş. Yildiz û gelek şehîdên din ên xwerêveberiyê bistînin.

Vê pêvajoya ku piştî êrîşên 24’ê Tîrmeha 2015’an pêk hat û bi navê “Berxwedana xwerêveberiyê” ket dîrokê, bi qasî rabirdûyê ji bo fêmkirina dahatûyê jî wê nirxandina wê hewce ye. Peywira herî şoreşgerî ev e ku mirov wateya dîrokî ya berxwedanên xwerêveberiyê baş fêm bike.

Wekî ku tê zanîn bi Newroza 2013’an re Rêber Apo ji bo gelan pêvajoyeke çareserî û siyaseta demokratîk dabû destpêkirin. Piştî sala 2014’an de Komara Tirkiyeyê ji bo ku vê pêvajoyê xera bike ket nav hewldanan û Kobanê da dagirkirin. Piştî berxwedana 6,7,8’ê Cotmehê re derket holê ku Kobanê ne bi tenê Kobanê ye. Di 30’ê Cotmeha 2014’an de Dewleta Tirk bi biryarên ‘MGK’ê re konsepta şerekî nû da destpêkirin û di 5’ê Nîsana 2015’an de bi tecrîda li ser Rêber Apo û bi provokasyonên piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê û qetlîamên li Amed, Sûrûç û Enqereyê û bi êrîşên 24’ê Tîrmehê re êrîşên xwe domand.

Piştî Tebaxa 2015’an li ser esasê xweparastinê serdemeke berxwedanê hate destpêkirin û heta Kanûna 2015’an qonaxa pêşîn a vê berxwedanê domiya.

Lê bi ‘plana rûxandinê’ dijmin êrîşên xwe zêdetir kir û bi girtin û qetlîaman re, ev pêvajo bû pêvajoyeke leşkerî. Di 13, 14’ê Kanûnê re li Sûr, Cizîr û Silopiyê artêş ket nav hewldana têkbirina vê berxwedanê û qonaxa duyemîn a vê berxwedanê hate destpêkirin.

Di vê pêvajoyê de POH, JOH, Bordo Berelî, Komando û gelek avadaniyên leşker û polîsan ketin dewrê û teknîkeke zêde bi kar anîn. Armanca dewleta Tirk ev bû ku, hemû qadên berxwedanê îmha bike.

‘WÊ BERXWEDANA ME BIDOME’

Bi îlanên xwerêveberî û êrîşên 13, 14’ê Kanûnê re têkoşîna gelê me yê berxwedana xwerêveberiyê bûye xeta têkoşînê. Li ser vê bingeh û baweriyê em sozê didin şehîdên xwe yên xwerêveberiyê û em diyar dikin ku em ê li ser xeta wan bimeşin. Bila şik û gumana tu kesî tunebe ku ev îspatkirin wê bibe qîrîna me ya israra li ser xeta rizgariyê.”