YPS'ê salvegera 4'an a damezrandina xwe pîroz kir

Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera çaran a damezrandina xwe pîroz kir.

Koordînasyona YPS'ê diyar kir, "Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) li nava berxwedana Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Hezex, Farqîn, Gimgim, Silopiya, Dêrik, Wan, Stewr, Kerboran, Şemzînan, Bismil, Sêrt û Rihayê bi rengekî xwezayî xwe bi rêxistink ir, piştre ev rêxistiniya xwe veguherand asta navendî. Em salvegera 4'an a damezrandina YPS'ê di serî de li êber Apo li şehîdên şoreşê hemûyan û gelê Kurd ê leheng pîroz dikin."

Di daxuyaniyê de di şexsê şehîdên berxwedana xwerêveberiyê de şehîdên şoreşê hemû bi rêzdarî hatin bîranîn û soz hate dayin ku wê armancên şehîdan pêk bînin.

Koordînasyona YPS'ê ragihand ku wateya dîrokî ya berxwedana xwerêveberiyê ku taybetmendiya qirker û hov a çîna serdest a Tirk beriya 4 salan eşkere kir, îro baştir tê fêhmkirin û diyar kir, "Berxwedana xwerêveberiyê ku li dijî desthiladariya AKP-MHP a barbar û karakterê çîna serdest a Tirk a qirker ku bûye belayê serê mirovahiyê, berxwedaneke bi heybet nîşan da, hem ji bo serdema heyî hem jî siberojê bêhtir watedar bûye. Mîrateya fermandarên leheng û pêşvenên vê berxwedanê Çiyager, Zeryan, Mehmet Tûnç, Xebatkar, Sêvê, Îslam, Çeko û têkoşîna bi hezaran ciwan, jin û mêran ên tola wan hiltînin, nîşaneya misogeriya serketinê ye.

Ragihandin û avakirina xwerêveberiyê ku li Cizîr, Sûr û Silopiyayê bi berxwedana xwerêveberiyê dest pê kir û di serî de Nisêbîn, Şirnex, Gever û Hezexê li her devera Bakurê Kurdistanê bi berxwedana xwerêveberiyê gihîşt asta herî bilind, ev yek veguherî têkoşîneke destanî. Ev têkoşîn ji kombûna rêxistinî ya gel a li berxwedanê heta raperîn û serhildanan, bûye xeta têkoşîna taktîkî ya meşa serketinê. Berxwedana xwerêveberiyê ku manîfestoya jiyanê ye, bêguman di sala 5'an de divê hîn bêhtir bê fêhmkirin û gavên vê yekê yên pratîkî bên avêtin. Em dibêjin ku weke milîtanên vê hewldanê em ê timî bikevin nava hewldaneke bi vî rengî.

Em salvegera 4'an a damezrandina YPS'ê bi coşeke mezin pîroz dikin û bi firsend û derfetên mezin ên serketinê dest bi sala 5'an a têkoşînê dikin. Bi vê bîr û baweriyê salvegera 4'an a damezrandina YPS'ê li gelê Kurdistanê pîroz dikin û di şexsê şehîdên berxwedana xwerêveberiyê şehîdan hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin. Em soz didin ku di sala 5'an a têkoşîna YPS'ê de em ê têkoşînê bi ruhê serketinê yê fermandarên me yên fedayî yên leheng di rêya 'Rêberê Azad û Kurdistana Azad' de mezin bikin û şerê xwe yê berxwedanê geş bikin."