YPS’ê li dijî mal û fabrîqeya faşîstan çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Îslam Gever a YPS’ê li Stenbolê li dijî mala faşîstan bi çekên ferdî çalakî kirin. Endamên yekîneyê li Îzmîrê jî li dijî fabrîqeya faşîstan jî çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Îslam Gever a YPS’ê ya daxuyaniyek nivîskî da got: “Endamên me di çarçoveya ‘Pêngava Tolhildanê ya li dijî mêtingerî û sîxûr-nokeran’ li Stenbol û Îzmîrê çalakî kirin.”

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekin.

“8’ê Hezîranê saet 02:00’an li kolana 848 a Taxa Kazim Karabekir a navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê li dijî malên avahhiya şexsên faşîst ên AKP/MHP’î çalakiyek hatiye kirin. Endamên yekîneya me bi çekên ferdî gule li malên şexsên faşîst reşandiye. Di vê çalakiyê de li ser hejmara kuştî û birîndarbûna şexsên faşîst ên AKP-MHP’î nehatiye girtin.

10’ê Hezîranê di saetên danê nîvroyê de hêzên me li dijî fabrîqeya serjêkirina mirîşk û pakêtkirina wê ya hevkarên rejma faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser rêya giştî ya Îzmîr-Enqerê çalakiyeke ya sabotajê kirine. Di çalakiyê de beşek girîng a fabrîqeyê hatiye rûxandin. Dewleta Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi çapemeniya xwe ragihand ku ji ber qeynaxê agir bi fabrîqeyê ketiye nûçeyên derew servîskirine. Çapemeniya AKP-MHP’ê bi van nûçeyan dixwazin çalakiyên yekîneyên me yên tên kirin û hê jî wê bidomin binixûmîne.

Dewleta Tirk a qirkirina Kurdan dike hedef, êrîşên xwe yên topyekûn li dijî Kurdan didomîne. Di serî de dixwaze Heftanîn û Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Yekîneyên me wê hesabê van êrîşan li metrepolên Tirkiyeyê bi çalakiyên bike bixwaze, çalakiyên me yên tolhildana ji mêtinger, faşîst û sîxûr-nokeran dewam bike.”