YPS’ê li Cizîrê li leşkerên Tirk xistin

Koorsînasyona Giştî ya YPS’ê, ragihand ku 27’ê Hezîranê li dijî leşekerê Tirk ên di bin fermandariya garnîzon de li Taxa Nûr a Cizîrê çalakiyek lidar xistine.

Koordînasyon Giştî ya YPS’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî parvekir, têkildarî çalakiyên hêzên YPS’ê ev agahî da: “Hêzên me yên YPS’ê, 27’ê Hezîranê saet 01:30’ê şevê li Taxa Nûr a Cizîrê li dijî 4 leşkerên di bin fermandariya garnîzonê de li hev kom bûn çalakiyek lidar xistine. Li vir bi bombeyan êrîşî leşkeran hatiye kirin û bi awayekî xurt hatine lêxistin. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên leşkerên artêşa Tirk çêbûne, lê têkildarî hejmaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê leşkerên artêşa TC kuştî û birîndarên xwe bi ambûlansan ji herêmê rakirin. Yekîneya me bi awayekî sax û selametî gihiştiye cihên xwe.

Di 24’ê Hezîranê de, di saetên sibehê li taxên Xatûnî û Selîmbey ên navenda Wanê de, hêzên şer ên qirêj ên AKP’ê bi hemwext avêtin ser 2 malan. Di vê operasyonê de 2 hevrêyên me kifş bûne û li vir bi hêzên dijmin re ketine nava şer.Li her du taxan şer qewimiye û her du hevalên me yên YPS’ê heta guleya xwe ya dawî şer kirin û gihiştine şehadetê.

Di vî şerî de kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene, lê têkildarî hejmarê agahiyên zelel nehatin bidestxistin.

Hevrêyên me Kanî Mahabad û Dilgeş Gever ên ku di şer de şehîd ketin, di şerê azadiyê yê ku em li Kurdistanê didin meşandin, nîşanî her kesê da ku ka bê çawa tê meşandin, heta guleya xwe ya dawî bê ku dudiliyê bijî şer kirin. Ev her du hevrêyên me di şerê YPS’ê de pêşengtî kirine, li her cihê lê mane jî dilê gel qezenç kirine, weke şoreşgerekî rast ji bo hevrêyên xwe bûne mînak. Her du hevrê di piratîka xwe de derbên giran li dijmin xistine, bûne yek ji ferdê xeta qehremaniyê ya YPS’ê.

Di serî de serê malbatên hevrêyên me Necat û Ozkeskîn û hemû gelê Kurdistanê sax be, soza tolhildana wan didin.

Nasnameya hevrêyên me yên ku di şer de şehîd bûne wiha ne:

Kanî Mahabad/Mûstefa Alî Necatî/Fatma-Alî/ Dîroka Beşdarbûnê: 2009/Dîroka Jidayikbûnê 1991 Mahabad/ Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Hezîrana 2017- Wan

Dilgeş Gever/Bîrol Ozkeskîn/Navê Dayikê-Bav:Syran- Mehemt Reşît/ Dîroka Beşdarbûnê: 2009/ Dîroka Jidayibûnê:1981- Gever/ Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Hezîrana 2017- Wan”