YPS: Ajanek li Şemzînanê hate cezakirin

Navenda Ragihandinê ya YPS'ê diyar kir, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, ajanekî bi navê Samî Çîftçî hatiye cezakirin.

YPS'ê ragihand, endamê wan ê bi navê Seyîd Dersim jî li Dersimê di şer de şehîd bûye.

Daxuyanî li malpera înternetê ya Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) hate weşandin û ev agahî hatin dayin:

LI ŞEMZÎNANÊ AJANEK HATE CEZAKIRIN

"Yekîneyên me yên YPS'ê tespît kirin, ku endamê AKP'ê Samî Çîftçî yê ji gundê Helankê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, ev hefteyek e li Şemzînanê ji bo karê sîxuriyê keşfê dike. Yekîneyên me ev şexs kontrol kirin û fêhm kirin ku ev şexs hewl dide bi vî rengî cihê yekîneyên me tespît bike. Ev şexsê ku berê jî ji aliyê yekîneyên me ve hate hişyarkirin, guh neda hişyariyan. Her wiha di encama lêkolînan de eşkere bû ku ev kesê sîxurî dikir, her wiha karê fûhûşê jî dida kirin. Li ser vê yekê, yekîneyên me yên YPS'ê roja 22'ê Tîrmehê saet di 22:00 de li herêma navbera gundên Helankê û Demanê ev şexs ceza kirin. Piştî vê çalakiya yekîneyên me, hêzên taybet û qirêj ên şer ên AKP'ê, li bejahiya gundên Helankê û Meleyan ên Şemzînanê dest bi operasyonê kirin. Ev operasyon hê jî dewam dike. Ev çalakî ji aliyê tîma çalakiyê ya Şehîd Baz Faraşîn ve hatiye kirin."

Navenda Ragihandinê ya YPS'ê li ser şerê 15'ê Tîrmehê yê li Dersimê jî ev agahî da:

"Yekîneyeke me ya YPS'ê, roja 15'ê Tîrmehê li nêzî gundê Başkalecî yê navçeya Pîlemorî ya Dersimê dema ji wezîfeyê vedigeriya, êvarê saet di 22:30 de kete kemînê. Di navbera yekîneya me ya kete kemînê û dijmin de şer derket. Hevalê me Seyît ku di vî şerî de bi lehengî li ber xwe da, şehîd bû. Hevrê Seyît her tim bi jiyan û têkoşîna xwe bû mirovekî têkoşer. Bi kesayetiya xwe ya berxwedêr, tevlîbûna xwe ya fedakarî û bi keda xwe ya li nava refên YPS'ê wê her tim rê nîşanî hevrêyên xwe bide. Em êşa malbata hevrêyê xwe Seyît Dersim (Îskender Şahîn) û hemû gelê Kurdistanê parve dikin û dibêjin ku deynê me ye em tola wî hilînin û wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi cih bînin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye, wiha ye:

Nasnav: Seyît Dersim
Nav paşnav: Îskender Şahîn
Dayik: Gullu
Bav: Vellî
Dem û cihê jidayikbûnê: 1987 / Bûrsa-Gemlîk
Dema tevlîbûnê: 2015
Dema şehadetê: 15'ê Tîrmeha 2017"