YPG: Hevrêyê me Şahîn Amed bi nexweşiya dil şehîd bû

Fermandariya Giştî a YPG’ê têkildarî şehadeta Şahîn Amed: “Şahîn Amed li seranserê Rojavayê Kurdistanê, bi ked û xebata xwe ya bêhempa wek fermandar û şoreşger navê xwe bi tîpên zêrîn di dilê gelê me û hemû gelên pêşverû yên cîhanê de nivîsand.”

Daxuyaniya Fermandariya Giştî a YPG’ê wiha ye:

“Yek ji leheng û pêşrevên şoreşa Rojavayê Kurdistanê, hevrêyê me Şahîn Amed di roja 11’ê Tîrmehê de li bajarê Hesekê bi nexweşiya dil de şehîd ket.

Hevrê Şahîn Amed di nav hewlên destpêkirina şoreşa Rojava de xwedî ked, azwerî û fedakariyeke mezin bû. Hevrê Şahîn, wek gelek qehremanên ku di oxira şoreşê de xwe fedayî welatê xwe kirin, bi hîsek welatperweriya berz xwe li xizmeta gelê xwe rakişand. Li gelek herêmên Kurdistanê têkoşiya. Hîn di destpêka şoreşa Rojava de bê sekn û tebat, bi perwerdekirina bi sedan ciwanên Kurd û Ereb, bû xwedî tevkarî di avakirina Yekîneyên Parastina Gel de. Hevrê Şahîn salên 2011-12'an, yek ji yekem kesan bû ku li Rojavayê welat di xebatên leşkerî û avakirina hêza parastinê de pêşengî kir.

19’ê Tîrmeha 2012’an, bi rizgarkirina Kobanî şoreşa Rojava pêş ket. Hevrê Şahîn Amed di têkoşîna rizgarkirina Kobanî de jî, bi fedakarî û cesaretek mezin pêşengî kir. Bi sekn û têkoşîna xwe hevrê Şahîn ji bo bi hezaran ciwanên Kurd bû peyamek şoreşgerî da ku ciwan di nav refên têkoşînê de cîhê xwe bigirin. Di pêvajoya li pey vê a ku bi xwîn û şerek mezin derbas bû, hevrê Şahîn di serî de Serêkaniyê, li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê ii dijî metirsiya paşverû a komên çete fermandariya şer kir. Di rizgarkirin û parastina herêmên Cizîrê de, di hemû pêngavan de cîhê xwe girt û xwe ji erka xwe ya dîrokî paş de neda.

Hevrê Şahîn Amed, di 11’ê Tîrmehê de, li bajarê Hesekê bi nexweşiya dil şehîd ket. Wî li seranserê Rojavayê Kurdistanê, bi ked û xebata xwe ya bêhempa, weke fermandar û şoreşgerek ku beriya herkesî berê xwe da şoreşê, navê xwe bi tîpên zêrîn di dilê gelê me û hemû gelên pêşverû ên cîhanê de nivîsand. Em wek Fermandariya Giştî a YPG hevrê û şoreşgerê mezin Şehîd Şahîn Amed bi rêzdarî bibîrtînin. Em peyrev û hevalên wî, em ê xeyalên wî bicîh bînin. Em ji malbata şehîd û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”