YPG'ê fermandar Karker û 7 şehîdên YPG'ê bi rêzdarî bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YPG’ê Fermandar Karker û 7 rêvalên wî birêzdarî bi bîr anî.

Fermadariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî fermandar Karker û 7 rêhevalên wî bi bîr anî.

Daxuyaniya Fermandariya Gitşî ya  YPG’ê wiha ye;

“Dewleta Tirk a dagirker, di her firsetê de êrîşî destkeftiyên Şoreşa Rojava dike ya ku bi fedekariyên mezin hatiye bidestxistin. Êrîşên li hemberî Şoreşa Rojava ku di sala 2013’an de bi çeteyên El Nusra re destpêkirî, di sala 2014’an de bi çeteyên DAIŞ’ê heta dawiya 2017’an bi awayek hovane berdewam kiriye.

Gelê me li hemberî van êrîşên îmha û dagirkeriyê yên bi komên çeteyên cuda cuda pêk hatin, bi fedekariyek mezin şerê berxwedanê daye meşandin. Yekîneyên me yên YPG/YPJ’ê û hêzên QSD’ê di destpêka 2018’an ve li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî El-Qaid’ê şerê berxwedanê dimeşîne. Dewleta Tirk û komên çeteyan cara yekem rasterast êrîşên dagirkeriyê dan destpêkirin û rûyê xwe yê rast nîşan dan. Dîrok cara yekem dibe şahidê şerê berxwedaniyek wek a Efrînê ku 2 mehan bi pêşengtiya hêzên me YPG/YPJ’ê û bi alîkariya rihê fedayi yê gelê me re hatî meşandin. Yên ku rolê pêşengtiya vê berxwedana bi heybet û dîrokî girtin ser xwe û di rûpelên dîrokê de nexşkirin şehîdên me ne. Fermandar Karker Êrîş û bi sedan rêhevalên me yên şehîd bi sekn, fedekarî û kedek bê hempa berxwedana Efrînê kirin malê dîrok û serdemê.

Fermandar Karker ku di pêvajoya seferberiya ji bo Rojava de tevlî Şoreşa Rojava bûyî, kedek qasî mezinahiya navê xwe da û herî dawî di çeperên pêş ên şerê berxwedana Efrînê  de cih girt. Fermandar Karker ku xwedî li rêya tekoşîna gelê Kurdistanê ya li hemû parçeyên Kurdistanê derdiket, bi tekoşîna xwe kete nava sembolên berxwedana Efrînê. Fermandar Karker, di gotin û kirinên xwe de yek, hemû wextê xwe bi kedê afirandin, bi rêz û hezkirinek mezin bi nirxên ku afirandî ve girêdayî bû. Fermandar Karker di vê şerê berxwedana dîrokî de bi rihê fedayî şer kir û tevlî karwanên şehîdan bû.

Em serî de rêheval Karker Êrîş û rêhevalên me Adil Sînan, Bahoz Amed, Çem Rojhilat, Egîd Faraşîn, Rêdûr Sûrûç, Şoreş Solhan û Zîlan Bêrîtan bi rêzdarî bi bîr tînin ên ku li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wî li Berxwedana Serdemê ya Efrînê de di dem û cihên cûda de bi lehengî şer kirine û şehîd bûne. Em dibêjin serê malbatên şehîdên gelê me sax be.”