YPG’ê nasnameya 8 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 8 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ragihand. YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest.

Daxuyaniya li ser malpera YPG’ê hatî weşandin wiha ye;

“Di çarçoveya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de bi pêşengtiya hêzên me YPG’ê û YPJ’ê li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yê girêdayî wê berxwedaneke bêhempa hat nîşandan. Di qonaxa duyemîn ya berxwedanê de jî derbên giran li dagirkeran tên dayîn. Artêşa Tirk a dagirker serî de bi balafirên şer û her cûre teknîkên pêşketî û bi hezaran leşker û çeteyên xwe bi armanca dagirkirina axa Efrînê êriş kir. Li hember van êrişan hêzên me YPG’ê û YPJ’ê ji bo parastina xaka xwe ji roja destpêkê heya roja me ya îro berxwe didin da ku axa ku hatiye dagirkirin ji dagirkeran rizgar bikin. Bi dehan hevrêyên me bi rûheke fedayî têkoşiyan û şehîd bûn.

Em îro nasnameyên 8 hevrêyên me ku li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn ji gelê xwe re eşkere dikin. Weke YPG’ê û YPJ’ê di kesayeta şehîdên Berxwedana Serdemê de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên me û tevahî gelê me yê berxwedêr re dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku emê li mîrateya şehîdan xwedî derkevin û bîranîna wan bikin sedemê têkoşîna xwe.”

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîdan wiha ye;

 

Nasnav: Andok Amed

Nav û Paşnav: Yusuf Çelebî

Navê Dayikê: Hûlya

Navê Bav: Silêman

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Hec Xelîl / 4 Adar 2018

***

Nasnav: Aryen Koçer

Nav û Paşnav: Ceylan Kiziltepe

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Rifet

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 7’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Azadî Kurdistan

Nav û Paşnav: Zeynep Dînler

Navê Dayikê: Nura

Navê Bav: Vahap

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco / 26’ê Sibata 2018’an

***

Nasnav: Botan Tote

Nav û Paşnav: Mizgîn Baran

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Elî

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / 15’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Delal Qoser

Nav û Paşnav: Mizgîn Toguç

Navê Dayikê: Şerîfe

Navê Bav: Xelîl

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şiyê - Gundê Senarê / 27’ê Sibata 2018’an

***

Nasnav: Serhed Kolo

Nav û Paşnav: Mustafa Kilinç

Navê Dayikê: Fethiye

Navê Bav: Kazim

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco - Gundê Hec Xelîl / 4’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Sîdar Şer

Nav û Paşnav: Nedîm Oner

Navê Dayikê: Aytan

Navê Bav: Şevket

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera / 4’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Şervan Urfa

Nav û Paşnav: Ehmed Kaplan

Navê Dayikê: Meyeser

Navê Bav: Emîn

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco - Gundê Kura / 4’ê Adara 2018’an