YPG’ê nasnameya 8 şehîdên ‘Berxwedana Kobanê’ eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 8 şehîdên ‘Berxwedana Kobanê’ ya Cotmeha 2014’an eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 şehîdên ‘Berxwedana Kobanê’ ya Cotmeha 2014’an eşkere kir. YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîd û gelê Kurd re xwest.

YPG’ê têkildarî şehîdan ev agahî parve kir;

“Gelê me ji dîrokê heya niha li hember her cûre êrîş û dagirkeriya dijmin a li hember axê Kurdistanê re bi seknekî berxwedêr a bi pênaseya azadiyê re bûye yek bersiv daye. Li hember hemû êrîşên ku sedema hebûna wan ji holê rakin gelê me jî hêj zêdetir bi yekbûyinek rihê berxwedanek hevpar ava kirine. Ji bo wê di serî de ji bo parastina nirxên xwe yên çandî re şerê hebûn û tûnebûnê dane meşandin. Yek ji wan şerê hebûn û tûnebûnê jî di sala 2014’an de li hember hewldana dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê a li Kobanê ku ketiye qada dîrokê hate kirin. Keç û xortên herî xweşik yên Kurdistanê jî bi girêdanbûna welatparêzî û azadiyê ve ku xwe bexşandine gelê xwe tevlî şerê berxwedanê a Kobanê ku bi mehan berdewam kir bûn û ispat kirin ku dijmin tû caran nagihêje armanca xwe. Di meha Cotmehê ku mehekî herî zêde berxwedanî hatibû meşandin de me 8 hevalê xwe şehîd dabû. Rêhevalên me Bêdeng, Bêrîtan Botan, Bêrîtan Besta, Botan, Brusk, Cudî, Ruken û Xweza ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatibûn di şerê berxwedana Kobanê de bi berxwedaniya ku dan nîşandan têkoşîna me ya azadiyê ku em didin meşandin nîşanî herkesî dane. Ev sekna mîlîtanî bûye sedem ku şoreşa Rojava li hemû cîhanê de deng vedaye.

Ji ber sedema şert û mercên şerê ku çêbûne nasnameya rêhevalên me dereng mabe jî hatiye eşkerekirin. Em nasnameya van hevalên xwe di vê pêvajoyê de îlan dikin. Nasnameya rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Bêdeng Çewlîg

Nav û Paşnav: Oktay Gûrdegir

Navê Dayikê: Xatun

Navê Bav: Zekî

Cihê Ji Dayikbûnê: Çewlîg

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 23’ê Cotmeha 2014’an

***

Nasnav: Bêrîtan Botan

Nav û Paşnav: Ayşe Sayin

Navê Dayikê: Sabîha

Navê Bav: Şemsedîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Mersîn

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 9-10 Cotmeha 2014’an

***

Nasnav: Bêrîtan Besta

Nav û Paşnav: Qadriye Koluman

Navê Dayikê: Xanim

Navê Bav: Îdrîs

Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 9-10 Cotmeha 2014’an

***

Nasnav: Botan Farqîn

Nav û Paşnav: Cûneyt Kiliçdogan

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Kemal

Cihê Ji Dayikbûnê: Amed

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014’an

***

Nasnav: Brusk Tolhildan

Nav û Paşnav: Omer Ertan

Navê Dayikê: Maşallah

Navê Bav: Necmedîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Amed

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 1’ê Cotmeha 2014’an

***

Nasnav: Cudî Amed

Nav û Paşnav: Mehmet Ozmen

Navê Dayikê: Halîme

Navê Bav: Tahir

Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 10’ê Cotmeha 2014’an

***

Nasnav: Ruken Sîpan

Nav û Paşnav: Qudret Rasîkî

Navê Dayikê: Xatun

Navê Bav: Kadil

Cihê Ji Dayikbûnê: Makû

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014’an

***

Nasnav: Xweza Hasret

Nav û Paşnav: Leyla Çoban

Navê Dayikê: Berîvan

Navê Bav: Abdulhafiz

Cihê Ji Dayikbûnê: Sêrt

Cih û Demê Şehadetê: Kobanê / 11’ê Cotmeha 2014’an

Em 8 rêhevalên xwe yên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne bi rêzdarî û minnetî bibîr tînin. Soza şehîdên me a serkeftinê ku ji bo me şopdaran dane em dewir digirin û em soza hê bi serkeftinî û bi biryardariyek mezin ve meşandinê dûbare dikin.”