YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe ragihand ên ku di 10-11’ê Çileyê de şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nasnameya 4 şervanên xwe ragihan ên ku di 10-11’ê Çileyê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatî weşandin de ev tişt hate gotin;

“Pêngava Bagera Cizîrê bi pêşengtiya hêzên QSD û şervanên YPG û YPJ berdewam dike û pêşveçûyînên şervanan didome. Di 11’ê Çileyê de sê rêhevalên me ku li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û di pêşveçûyîna pêngavê de rol lîstibûn, gihiştin şehadetê.

Her wiha rêhevalekî me yê ku li Kantona Kobanê li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de gihiştiye şehadetê.

Em weke hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên me yên welatparêz re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Dilbirîn Girbawî

Nav û Paşnav: Birîn Xelîl

Navê Dayikê: Minûr

Navê Bav: Ebdilbasit

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 11 Çile 2018

***

Nasnav: Egîd Qamişlo

Nav û Paşnav: Beşar El Ebîd

Navê Dayikê: Inûd

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Berak

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 11 Çile 2018

***

Nasnav: Omer Tirbesipiyê

Nav û Paşnav: Mûnef El Hesen

Navê Dayikê: Semîra

Navê Bav: Şelen

Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbesipiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 11 Çile 2018

***

Nasnav: Yilmaz Kobanê

Nav û Paşnav: Ebdulah Hemo

Navê Dayikê: Heno

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 10 Çile 2018".