YPG’ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

YPG’ê nasnameya 4 şervanên ku sala 2014’an û Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên ku di sala 2014’an û di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de şehîd bûbûn eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniyê de got; “Bi pêşketina şoreşa Rojava re têkoşîna gelan ya azadî û demokrasî li herêmên bakûre Sûriyê belav bû û bû têkoşîna gelan ya hevpar ya berxwedanê. Ev berxwedêriya bi heybet ya şoreşa Rojava vegeriya têkoşînek herî bi bandor Ii hember her cûre terorîzm û dagirkeriyê, destkeftiyên girîng û dîrokî derxistiye meydanê. Yek ji van berxwedanan ya sala 2014 a li Serêkaniyê, yek jî Berxwedana Serdemê ya Efrînê bû. Rêhevalên me Agirî Qamişlo û Arî Zagros di sala 2014’an de li Serêkaniyê, Merwan Çiya û Serhed Partîzan jî di sala 2018’an de li Efrînê şehîd bûn.”

Li gorî daxuyaniya YPG'ê Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Agirî Qamişlo

Nav û Paşnav: Nofa Hesen

Navê Dayikê: Wisam

Navê Bav: Qehreman

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn Raco / 3 Adar 2018

***

Nasnav: Arî Zagros

Nav û Paşnav: Hewraz Kerîm

Navê Dayikê: Necme

Navê Bav: Îdrîs

Cihê Ji Dayikbûnê: Hewlêr

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkanî gundê Rawya / 28 Gulan 2014

***

Nasnav: Merwan Çiya

Nav û Paşnav: Ebdilrehman El Ebid

Navê Dayikê: Qeysi

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn Cindirês / 22 Sibat 2018

***

Nasnav: Serhed Partizan

Nav û Paşnav: Mihemed El Hecî

Navê Dayikê: Emun

Navê Bav: Eladin

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkanî gundê Rawya / 28 Gulan 2018