YPG'ê li Efrînê li çeteyên Tirk xist: Yek jê serçete 2 dagirker hatin kuştin

Şervanên YPG’ê li dijî koma çeteyan a bi navê Sûltan Mûrad a dewleta Tirk du çalakî li dar xist. Yek jê serçete, du dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir, li navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê di 8 û 9’ê Kanûnê de du çalakî li dar xistine.

Hate ragihandin ku di çalakiyan de koma çeteyan a bi navê Sûltan Mûrad a girêdayî artêşa Tirk bûne hedef û yek jê serçete du dagirker hatine kuştin.

YPG’ê derbarê çalakiyan ev agahî da:

“Di 8’ê Kanûnê de tîmeke me li navçeya Şerayê li dijî wesayîta Ebû El Mot yê ku berpirsê ‘Komîteya Parastinê’ yê koma çeteyên bi navê Sûltan Mûrad e, çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de serçete hatiye kuştin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 9’ê Kanûnê de li gundê Qurnê yê Bilbilê li dijî baregeheke koma çeteyên bi navê Sûltan Mûrad çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûne.”