YJA Starê 11 gerîlla bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STARê, 11 gerîlla bi bîr anî yên ku di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STARê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Yanzdeh hevalên me heta gulleyên xwe yên dawîn şer kirine, bi qehremanî li ber xwe dane û şehîd bûne.” Fermandariyê sersaxî ji malbatên 11 gerîllayan û ji gelê Kurd re xwest.

Daxuyaniya fermandariyê wisa ye:

“ Me berê diyar kiribû ku di encama operasyona di 22’ê Adarê de yanzdeh hevalên me şehît bûbûn. Di van şeran de, operasyona dijmin a ku gelekî teknîk bi kar anîbû, şer du rojan dom kir. Di vî şerî de gelek mirî û birîndarên dijmin çêbûne. Yanzdeh hevalên me heta gulleya xwe ya dawîn şer kirine û gihiştine şehadetê. Zarokên qehreman ên gelê me yê bi rûmet diyar kirine ku berdêla wê çi dibe bila bibe ji xeynî jiyana azad tu tiştekî din qebûl nakin. Yanzdeh hevalên me yên ku li Xerzanê gihiştine şehadetê bi jiyan, kesayet û berxwedana xwe di dîrokê de cihê xwe girtine. Em van şehîdên xwe yên bi rûmet û hêja careke din bi rêzdarî û minnet bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji malbatên me yên welatparêz û hêja û ji gelê xwe re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê li ser xeta şehîdan azadiyê bi dest bixin.

Di şerên li Eyaleta Xerzanê de Fermandara YJA-STAR’ê hevala me Jînda Ozgur gihiştiye şehadetê. Heval Jînda Ozgur ji sala 1993’yan ku beşdarî têkoşînê bûye û heta îro bûye xwediya beşdariyeke xurt. Hevrê Jînda di temenekî ciwan de beşdarî têkoşînê bûye û bi beşdariya xwe ya dînamîk, bi moral û çalak li her qada ku maye, bandora xwe lê hiştiye. Jiyan û kesayetiya wê di rastiya têkoşînê de teşe girtiye. Li Botan, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Dersîm û Xerzanê maye û di asta pêşengtiyê de xebitiye. Di hevrêtî û pêşengtiya xwe de bûye xwediya sekn û beşdariyeke mînak. Hevrê Jînda di bîst û çar salên têkoşînê de bi qasî danheva xwe ya îdeolojîk û rêxistinî, di qada leşkerî de jî sekna fermandariya pêşeng bi bihîstyariyeke kûr pêk aniye.  Bi pratîka xwe ya li Eyaleta Xerzanê ev tişt diyar kiriye. Wek fermandareke YJA-STAR’ê ya ku kesayetî û şêweya fermandariyê a serdemê bi cih aniye, di têkoşîna me ya azadiyê de cihê xwe stendiye.

Hevalên me Bêrîtan Kurdistan, Mizgîn Ararat, Roza Garzan, Jînda Poyraz jî ji ser eyaleta Xerzanê beşdarî têkoşînê bûne. Ev hevrêyên me tecrîda li ser Rêbertiya me qebûl nekirine, helwest û berxwedana jina Kurd diyar kirine û beşdarî têkoşînê bûne. Hevrêya me Amara Hêvî di sala 2005’an de beşdarî têkoşînê bûye û li qadên Botan û Herêmên Parastina Medyayê bûne û herî dawîn li ser daxwaza xwe li Eyaleta Xerzanê peywir stendiye. Hevrêya Xûnda Evîn jî ji sala 2009’an dema ku beşdarî têkoşînê bûye û heta kêlîka ku şehîd bûye li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Bakur têkoşiyaye. Hevrêyên me Amara û Xûnda di kesayetiyên xwe di dilê hevrêyên xwe de şopeke kûr hiştine. Bi qasî jiyan, sekna wan a têkoşînê, kesayetiya wan a şervanî û wêrekiyê bûne hevalên pêşeng.

Heval Çekdar Ciwan di têkoşîna xwe ya şeş salan de li qadên ku maye, bi awayekî xurt û bi bandor di têkoşînê de cihê xwe stendiye. Hevalên me Botan Malazgîrt, Çiyager Tatwan, Serhat Kendal bi kesayetiyên xwe yên kedkar û fedakar şop li dû xwe hiştine. Yanzdeh hevalên me yên ku li Xerzanê diyar kirine ku asta êrîşan çi dibe bila bibe wê dijmin têk biçe.

Em soza xwe dubare dikin ku di serî de bîranîna yanzdeh hevalên me yên li Xerzanê gihiştine şehadetê em ê bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi Rêbertiya Azad û Jiyana Azad tacîdar bikin.

Nûçeya Têkildar: