Yekîneya Tolhildanê ya Xemgîn Roj 5 wesayîtên polîsan şewitand

Yekîneya Tolhildanê ya Xemgîn Roj li Stenbolê li dijî lojmanên polîsan çalakî li dar xist û diyar kir ku wan 5 wesayîtan polîsan şewitandine.

Yekîneya Tolhildanê ya Xemgîn Roj derbarê çalakiyê ev daxuyanî belav kir:

“Di 23’ê Çileyê de bi şev Yekîneya Tolhildanê ya Xemgîn Roj li Taxa Halkali ya Kuçukçekmeceya Stenbolê li dijî lojmanên polîsan çalakiyek li dar xist. Endamên yekîneya me ya tolhildanê ketine lojmanên polîsan û herî kêm 5 wesayîtên polîsan îmha kirin. Em ê li her derê tolê ji polîsên Tirk ên dagirker bistînin.”