Xebatên Kongrêya Netewî ber bi qonaxa sêyemîn ve diçe

Endamên Şandeya KNK’ê derbarê xebatên nû yên Kongreya Netewî de bersiv dane pirsên ANF’ê.

Şandêya KNK’ê li herêmên parastina medya bi rêvebirên KCK û KJK’re rûnişt.

Piştî encamnameya ji bo pêkhatina kongreya netewî ku ji 21 xalan pêk tê ji aliyê KNK’ê ve bi raya giştî re hate parvekirin şandeya KNK’ê bi rêvebirên KCK û KJK’ê civiya. Piştî parvekirina encamnameyê ya bi raya giştî re rêgezên pêkanîna van xalan têne gotbêjkirin.

Endamên şandêya KNK’ê pirsên ajansa me bersivandin.

Endama Konseya Rêvebar a KNK’ê û  di heman demê Berpirsa Komîsyona Jinan Perwîn Ezîz pirsên me wiha bersivand;

Hûn KNK xebata kongreya netewî dikin. Li ser van esasan hûn  bi KCK û KJK’re rûniştin..Hûn dikarin behsê hevdîtina xwe bikin, naveroka hevdîtina we çibû?

Spas ji bo îradeya gel, spas ji bo hevalan. Slav li gerîlla û peşmerge. Weke ku ew tiştê niha ku me plan kiriye û daniye pêşiya xwe em hatin me bi KCK û KJK’ê re hevdîtin pêk anî. Ev cara ku em hatin ji carên berê zedetir KCK piştgiriya xwe ji bo xebata kongreya netewî diyar kir. Em niha gihiştine merhelaya duyem, ji bo kongreya netewî, ji komkirina nerînen gel a  li her çar perçeyên Kurdistan ya dibin sîwaneke netewî. Çawa ku di şewra netewî de KCK bi plan û proje bû, niha jî bi rêgezan gotebêj kirin û piştgirî dan. Çawa ku piştgîrî dan di merhelaya duyemîn de, ew reşnîvîsa ku KNK çêkiriye li ser wê nîqaş û guftugo hatin kirin.

Ev qonaxa sêyemîn ku hûn bilêv dikin, di vê qonaxê  de we xebatek çawa daniye pêşiya xwe?

Di konaxa destpêkê de me xwest raya giştî ya civakî û partiyên siyasî bînin gel hevdû, ji ber ku yekîtiya netewî tenê bi partiyen sîyasî nabe û ji bo hemû beşên civaka Kurdistan tê de cîh bigire, wê were lidarxistin. Di merhela yekem de em gihiştin emcameke ku daxwaza gelê Kurd hemûyî yekîtî û kongreya netewî ye. Li ser esasê ew peşniyarên ku di civîn û konferasan de hatin ziman, li ser van esasan 5 konferans wê werin lidarxistin. Ev konferans ji bo hemû beşên Kurdistanê û li derveyî welat lê belê ji ber rewşa  Rojhilatê Kurdistanê li wir pêk naye, ji ber vê yekê konferansa Rojhilatê Kurdistanê li Evrûpa çêbibe. Konferansa Başûr di meha Îlone de em ê pêş bikin, heman mijar ji bo Bakur û Rojava jî derbasdar in.

Ev demeke hûn xebata kongreya netewî dikin. Astengî ango zehmetiyên ku hûn dijîn çine?

Kî alî bixwaze ji bo me zor u zehmetî çêbike ji bo wî  alî wê ne baş bibe. Ji ber ku xebat xebateke pir mezin û hêja ye. Ew astengî jî li ber çavên me biçûk in. Heyanî vê gavê jî pirsgirêkên ku karê me asteng bikin çênebûne. Ji ber ku eger di perçeyekî Kurdistanê de aliyek nehêle em kar bikin perçeyên dîtir hene, eger ew jî nebû em ê li Ewropayê karê xwe bikin. Eger Ewropa jî nebe em ê her deverekê bibînîn ku axaftinên xwe lê bikin.

Şahla Hafît Cîgîra  Hevserokatiya KNK’ê ku di nav hevdîtin de bû bal kişand li ser rola jinên Kurd û wiha pirsên me bersivand;

Hûn KNK piştî ku we mebdeyên xwe ragihand hûn hatin bi KCK û KJK’ê re  rûniştin. Beriya şewrra giştî jinan li Silêmanî komcîvînek çêkir. Dema em giştî dinêrin tevlîbûna Jinan a di xebatê kongreya netewî de çawaye?

Weke tê zanîn jin weke endameke sereke ya civakê ne û roleke wê ya pir mezin heye. Civakê Kurd jî ji civakên ditîr ne cuda ye. Weke me dît di Rojava û Bakurê Kurdistanê de ji bo azadiyê roleke pir sereke lîstin. Azadiya her civakekê bi jinê re  dest pê dike. Ji ber vê yekê di çerçoweya yekîtiya netewî de jinên Kurd di çar perçeyên Kurdistanê de kongreya xwe ya netewî çêdikin, ji ber ku rola jinê pir girîng e ku ji bo çareserkirina pirsgirekên civakî.

Jinên her çar perçeyan li Silemanî civîyan û nîqaş hatin kirin. Di vê cîvîne de  12 kesan komiteyên amadekar hatin avakirin, li ser zemîna ku kongreya netewî ya jinan ku pêk were.

Banga we çiye?

Beriya her tiştî ez spasiyê li hevalan dikim. Kurd her tim gazincan dikin ku dostên me nîn in, lê îro em hatin li vir, em dibînin ev çiya li pişt me ne, em kêfxweş dibin û ev jî nişana me ya serkeftinê ye. A girîng ew e ku em di karê xwe de bi israr in. Ji ber ku Kurdistan di merheleyeke hessas de derbas dibe. Pirsgirêka Kurd jî gihiştiye merhaleyeke  girîng. Çiqas destkeftiyên me hene lê dijminên m ejî hene û li ser destkeftiyên me jî metirsî hene. Ji ber vê yekê bi kongreyeke netewî em dikarin mîsyona Kurdan di heremê de mîsoger bikin.   

Endamê Konseya Rêveber a KNK Dr. Kamuran Berwarî hevdîtin ji ajansê mere nirxan û wiha got;

Hûn bi kîjan pêwistî û armancê hatin û we bi rêvebirên KCK û KJK’ê re  hevdîtin pêk anî?

Ew meselêya çareserkirina pirsgirêkên yekitiya netewî û gihandina  wan a armancê erka KNKê ye. KNK ji bo vê hatiya avakirin û di nav xwe de pir partî û rêxistinan dihewîne. Ew Şewra ku me li Silemanî li dar xist pir girîng bû. Me biryar da ku pêngava duyem û sêyem jî berdewam bin. Pengava duyem ku di hemû perçeyên Kurdistanê de werin lidar xistin û pengava sêyem jî konferanseke ji hezar kesî li ser esasa Kurdistana mezin em ê çêbikin. Ji bo ku ev konferansa mezin were lidarxistin komîteyek wê were derxistin. PKK û KCK di nav KNK’ê de endam in. Ji xwe du caran erk dikeve li ser milê wan. Piştgiriya KCK ji bo KNK pir girîng e. Ji ber ku KCK niha sistemeke mezin ê fikrî ye, li Rojhiltanavîn û li cîhanê nûnertiya xeta sêyemîn dike. Her wiha PKK tevgereke sîyasî, şoreşgerî ya niştîmaniya neteweyiye ser asta cîhanê, Kurdistanê û Rojhilatanavîn e.  Piştgiriya çiya, piştgiriya Îmralî her wiha ya Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava bi taybetî giredayî KCK ji bo me  KNK’ê pir girîng e. Ji ber ku em cudabûn naxin nav partî û rêxistinan. Em KNK nûnertiya hemû Kurdan, hemû Kurdistaniya dikin û cihê her kesekî di nava KNK’ê de heye.

Mebdeyên ku we ragihandin çawa hatin pêşwazî kirin?

Di sala 2006 û 2008’an de KNK belgeya stratejiya yekîtiya netewî belav kiribû. Lê di wê wextê de diyar e ku gelê Kurd hê di wê astê de nebû ku têbigehê kongre û konferansên xwe li ser esasêke  jor bi rêve bibe. Niha ew belgeya mebdeyan a ku ji bo yêkitiya neteweyî ya Kurdistanê me  KNK bi 21 xal nîvîsandiye piraniya wan xalan jî civak di nav xwe de dihewîne. Li ser vî esasî  5 konferans li hemû beşen Kurdistanê wê werin lidar xistin, me ev plan kiriye. Ev mebde piranî di şewra ku di Silêmanî de çêbû hat nîqaşkirin. Hevalên KCK’ê jî mebde erenî  dîtin. Ew jî dikarin proje û mebdeyên xwe nîqaş bikin û ragîhînin. Ji bo ku ev xebat bibe berhemeke giştî tevahiya Kurd û Kurdistanê.

Ev mebde û proje bi kêfxweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin. Ev jî cihê keyfxweşiyê ye. Xebata pêş ew ê piraniya kesayetî, hêz û aliyên Kurdistanê, derveyî Kurdistanê bibînin. Em careke din serdanên hemû partî û aliyên sîyasî  yê li her çar perçeyên Kurdistanê dikin. Niha 5 şandeyên KNK’ê li Bakur, Rojava, Rojhilat, Başur û Evrûpa kar dikin. Em vê carê her 5 konferansan bi hev re bi rê ve dibin. Encamên wan konferansan pêngavan baştir bigrin ji bo yêkîtiya Kurdan. Bêguman ew şewra ku me di 15-16 Tîrmeha vê salê de çêkir, heviyeke mezin ji bo gele Kurdistane çêkir. Em bi awayekî din bibêjin em çarenîvîsa Kurdan nahêlin di destê ti dagirker û metîngeran de. Em bi israr in ku ji bo azadiya Kurdan, rizgariya axa Kurdistanê bi giştî em ê vê xebatê bigîhînin serkeftinê. Pewîst e hemû Kurd xwe bikin yek  ku ji bo bersiva komplogeran bidin.