Xakurkê ya bi rengê bihuştê

Dema ku li ser erdê Xakurkê yê mîna bihuştê geriyam, bi têkoşîna bi hezaran lehengan li ser bihosteke axa wê dît.

Bi peyva 'bedewiyê' dixwazim dest bi nivîsa xwe bikim. Bedewî nîşaneya cewher, sade, paqijî û xwezatiya mirovan e. Ez jî dixwazim bi jiyana gerîla ku ji her alî ve bedew e, nivîsa xwe binivîsînim.

Mirov bedewiyê herî zêde li ser vê axê dibînin. Her ku li herêma Xakurkê digerim û xemla  wê ya mîna bihuştê bêhn dikim ez vê hestê dijîm. Li her bihosteke axa wê, mirov têkoşîna bi hezaran lehengan dibînin.

Li herêma Xakurkê gelek newal hene. Li her devera vê herêmê kanî der didin. Navekî din ê Xakurkê 'bihuşt' e, ya jî 'welatê min' e. Dema mirov tê herêma Xakurkê welê li mirovan tê ku mirov bihuştê dibînin.

Di bin baranê de me dest bi rêwîtiya xwe ya li Xakurkê kir. Bêhna axa ku bi baranê şil dibe, mirovan serxweş dike. Rêwîtiya me bi du gerîlayan hê watedar dibe.

Ev her du gerîla ku cebilxaneya wan li pişta wan e, bi saetan meşiyan. Gerîla Çekdar sala 2015'an tevlî nava refên PKK'ê bûye. Rû li ken e, gelekî henekan dike û gerîlayekî çalak e. Bi henekên Çekdar, bêyî biwestin em rêwîtiya xwe didomînin.

Gerîla Baran jî şervanekî Tirkmen e. Zêde neaxive, gerîlayekî xêraxwaz e. Ev her du gerîla ji min re dibêjin, "Herêma Lêlîkan û Bradost wê ji leşkerên Tirk re bibe zindan. Tola hevalên Agirî û Serdem wê roj bi roj bê hilanîn."

Fermandarê gerîla Agirî li ser zimanê her gerîla ye. Timî qala hevrêtî, heybet û şervaniya fermandar Agirî tê kirin.

Sûlavên spî û bi heybet, sekna bi heybet a Evdil Kovî, girên bilind dike ku mirov li pêşberî Xakurkê sermest bibin. Rêwîtiya me ya bi van her du gerîla re qediya û ez gihand du gerîlayên din.  Di bin baranê de em li nava vê erdnîgariya efsûnî geriyan.