Women Defend Rojava ji bo avakirina komîteyên herêmî bang kir

Women Defend Rojava destnîşan kir ku parastina Rojava tê wateya parastin û belavkirina şoreşa jinê li çar aliyên dinyayê û bi vê armancê bang kir ku platform û komîteyên herêmî bên avakirin.

Women Defend Rojava (Jin Rojava diparêzin) ji bo xurtkirina têkoşîna ji bo xwedîderketina li Rojava daxuyaniyek weşand.

'LI DIJÎ VÎ ŞERÎ Û DAGIRKERIYÊ DIVÊ EM BERXWEDANÊ XURTIR BIKIN'

Di daxuyaniyê de jinên Kurdistanê û dinyayê yên ji bo Rojava tevlî çalakiyên berxwedanê bûn hatin silavkirin û hate gotin, "Bi milyonan mirov û jin li parçeyên Kurdistanê hemûyan û tevahiya dinyayê piştgiriya xwe ya bi têkoşîna me re destnîşan kirin û dagirkeriya irk, qirkirina etnîkî û êrişên sîstematîk ên li dijî jinan şermezar dikin. Lê hîn jî hemû sucên li dijî mirovahiyê berdewam dikin û hêzên dagirker yek bi yek deverên cûda yên Rojava armanc digirin. Bi taybetî civakên qedîm ên vê axê wekî gelên Xiristiyan, Kurd û Ereb bi erîşên qirkirina etnîkî re rû bi rû ne. Hemû van kiryaran bi zanebûn û piştgiriya sazî û dezgehên navneteweyî diqewimin. Ji bo rawestandina vî şerê qirêj û bazirganiyên qirêj li ser gel, ax û çavkaniyên Rojava pêwîste ku em berxwedaneke xurt û domdar ya navnetewî rêxistin bikin, ku bikare vî pergala neheq û bê exlaq ji holê rabike."

Daxuyanî wiha ye:

"Di rojên dawî de ji bo bihêzkirina û girêdana bi berxwedanên jinên cihanê re li gelek welat û bajarên cûda jin înîsyatîf girtin ku Komîteyên Women Defend Rojava damezrandin. Jin li welatên Katalonya, Spanya, Îtalya, Elmanya, Swîsre, Yuwnanistan û Amerîka Bakûr heta niha bi giştî 20 komîte sazkirin. Ev gavek pir girîng û hêja ye. 

ARMANCA KAMPANYAYA WOMEND DEFEND ROJAVA

Armanca kampanyayê Women Defend Rojava:

Kampanyayê Women Defend Rojava di meha Tebaxa 2019'an de ji hêla Kongra Star ve hate destpêkirin. Armanca kampanyayê ew e ku em bikarin li dijî şerê dagirkeriya Tirkiyê û êrişên wê yên li dijî şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê dengê jinan bilind bikin û hevgiriya berxwedanên jinan pêşbixin. Armanca me ev e ku em di rayê giştî de bidin fehm kirin ku şerê li dijî Rojava û pergala rêveberiya xweser a ku li ser bingeha azadî û ekolojiya jinê esas digire, şerekî li dijî hemû jin û gelan e ku jiyanek azad û bi rûmet lêdigerin.

Em di serdemeke jiyan dikin ku pergala baviksalarî, hêzên cihanî û nokerên wan ên herêmî gefên jiyan û pêşeroja milyonan mirovên li tewahî cihanê dikin. Qirkirinên li ser jin û gelan, dîktatorên faşîst, talankirina axê, xwînxwariya kapîtalîst, wêrankirina ekolojî, dagirkerî û jicihkirina mirovan rêbazên vî pergalê ne. Îtîraz û berxwedanên jinan li dijî van xeteriyan li her deverên cihanê jî mezintir dibin. Hemû têkoşînên cûrbecûr li dijî faşîzm, mêtîngerî û desthilatdariya zilam parçeyên têkoşînek hevbeş in. Li ser vê esasê emê zordestî û derewên dijminan vala derbixin û pêşeroja xwe li Rojava û li hemû deverên cihanê biparêzin.

'PARASTINA ROJAVA PARASTINA AZADÎ Û VÎNA JINÊ YE'

Parastina Rojava tê wateya parastina azadî, vîna azad û rûmeta jinê; parastina hebûn, çand, ziman û nasnameya xwe li dijî mêtingeriyê; parastina jiyanek azad, aşitiyanê û kolektîf; rêxistinkirina xweparastina jinê; misoger kirina mafên perwerdeyê, tenduristî û edaletê ji bo herkesî; pêşxistina hişmendiya jinê li ser bingeha Jineolojî; parastina şêwazên jiyan û aboriya komunal û ekolojîk; parastina xwezayê û hemû çavkaniyên wê.

PÊWÎSTIYA TÊKOŞÎNA DEMDIRÊJ

Vana nirxên gerdûnî yên têkoşîna azadiya jinê ne ku em li Rojava diparêzin. Ji bo ku em wan li herderê cihanê bigihîjin û biparêzin, têkoşînek demdirêj a rêxistinkirî hewce ye. Lê di heman demê de di hin qeliyên dîrokê de pêwîste ku em bikaribin hemû hêz û enerjiya xwe kom bikin, di qad û astên cuda de çalakî û siyaseta xwe pêş bixin. Tenê bi vî rengî em ê bikaribin li hember êrîşên qirkirinê hebûna xwe û nirxên xwe biparêzin.

Ev şer krîza kûr a pergala baviksalar û kapîtalîst destnîşan dike. Dewleta Tirk û çeteyên wî bi taybetî jin û bîrdoziya rizgariya jinê erîş dikin. Bi rêya Şerê Emperiyal a Cîhanê yê 3'yemîn ve pergala desthilatdar armanc dike ku xwe bi avakirina "nîzama nû ya cîhanê" hebûna xwe bidomîne. Lewma ew êrişên xwe li dijî destkeftiyên têkoşînên demokrasiyê yên jin û gelan li çar aliyên cihanê her diçe dijwartir dike. Lê di demeke de ku em bi gefên kirinê re rûbirû ne di heman demê de derfetên ji bo derbaskirina çexa tunekirin û zordariyê jî hene. Pergala desthilatdar, sazî û dezgehên wê yên navneteweyî rewabûna xwe winda kirine. Hîn zêdetir mirov ketine ferqê ku vî qeyranê sîstemê encax bi guhertinên bingehîn ên demokratîk dikare were çareser kirin. Bi xurtkirin û hevbeşiya tekoşînên me yên azadiyê em bikarin sûd ji avakirina alternatîfên demokratîk ên komunal û konfederal re bigirin. Em dikarin qeyrana pergala desthilatdar bi avakirin û parastina sîstemên nû yên civakî yên demokrasîya gelan li ser bingeha azadîxwaziya jinê, ekolojî û edaletê ji holê rabikin.

BANGA JI BO AVAKIRINA KOMÎTEYÊN WOMEN DEFEND ROJAVA

Em bang dikin ku li hemû herêmên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn û cihanê komîte û platformên Women Defend Rojava werin avakirin. Armanca me ev e ku em bigihîjin her jinê di civakê de û jinên ji hemû pêkhateyên civakê. Bi vî rengî em dikarin zanebûn û ezmûnên têkoşîn û tevgerên jinê bînin cem hev û pêngavên nû destpêbikin. Her jin, herkes dikare ji bo parastina Rojava tiştekî bike. 

Roja 25ê Mijdarê, Roja Navneteweyî li dijî Tûndî li hemberî Jinan, wê bibe gaveke din a berxwedana hevpar a jinên cihanê. Li gel sê xwişkên Mirabal em di kesayetên pêşeng ên şoreşa jinê Hevrîn Xalef, şervana YPJ Amara Rênas û dayika Eqîde Usman de hemû şehidên Berxwedana Rûmetê bi bîr tînin. Bi vegotin û destnîşan kirina jiyan û kesayetên wan yên nemir em ê ked û têkoşînên wan bidomînin. 

Parastina Rojava tê wateya parastin û belavkirina şoreşa jinê - li çar aliyên cîhanê!

Bi hevgirtin, berxwedan û parastinê em ê serbikevin!"