NÛ BÛ-Wekîltiya Irmak û Baydemîr hatin betalkirin

Wekîltiya Osman Baydemîr û Selma Irmak hatin betalkirin.

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de ji aliyê gel ve hatin hilbijartin. Lê piştî hatin hilbijartin Irmak di 2016'an de hat girtin û hêj girtî ye. Meclîsa Tirkiye wekîltiya parlamenteran betal kir. Pêşnûmeya di derbarê betalkirina wekîliya her du parlamenteran de birin Desteya Giştî ya Meclîsê.

Beriya pêşnûme bê xwendin wekîlên HDP’ê Desteya Giştî terk kirin.

Piştî ku cezayê têkildarî Osman Baydemîr û Selma Irmak di dadgeha îstînafê de hate xwendin, parlementeriya wan hate betalkirin.

Piştî betalkirina parlementeriya Baydemîr û Irmak hejmara parlementerên HDP’ê ji 59’an daket 48’an.