Viyan: Pirsgirêkên jinan hevpar in, têkoşîn jî divê hevpar be

Endama Koordînasyona KJAR'ê Peyman Viyan pirsgirêka jinê ya li Îranê nirxand û diyar kir, sîsema dewleta Îranê bi polîtîkayên xwe yên dijberiya li jinê, civakê dixe nava kaosê.

Endama Koordînasyona Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan, komkujiya jinan li Îranê û sedemên wê ji ANF'ê re nirxand.

Viyan diyar kir ku ew kuştina jinan weke komkujiya jinan pênase dikin û got, "Ji ber ku di asta komkujiyê de jin têne kuştin. Bêguman gelek sedemên van komkujiyan hene. Îran niha di nava krîzeke giran de ye. Hem ji aliyê aborî, hem jî ji aliyê siyasî ve di nava krîzê de ye. Ev yek bandoreke giran li civakê dike. Dewlet ji her alî ve civakê dixe nava aloziyê. Bêguman ev yek herî zêde bandorê li jinan dike. Zexta li jinê tê kirin dema dawî zêde dibe. Îran yek ji wan welatan e ku zayendîperestî gelekî lê zêde ye. Yek ji sedemên zêdebûna şîdeta li jinê jî zayendîperestî ye. Sedema bingehîn a komkujiyên li jinan tê kirin, kûrbûna zayendîperestiya civakî ye. Sîstemeke giran a baviksalariyê heye. Zîhniyeta serdest a mêr naxwaze bêhn bê ber jinê. Dixwaze şîdetê bixe mejiyê civakê."

SÎSTEM JINÊ WEKE NÊÇIR, MÊR JÎ WEKE NÊÇIRVAN DIBÎNE

Peyman Viyan da xuyakirin ku di sîstema heyî de kuştina jinê jî di nav de mêr ji xwe re heq dibîne ku her tiştî bi jinê bike û wiha dewam kir: "Jinê weke milkê mêr dibîne. Sîstemeke welê hatiye avakirin ku jinê weke nêçirê, mêr jî weke nêçirvan nîşan dide. Ji mêrên ku jinê weke malê xwe dibîne, weke nêçir û hebûneyeke biçûk dibîne, nepêkane ku mirov hezkirin an jî dostaniyê hêvî bikin. Mêrekî wiha dikare her tiştî bîne serê jinê.

Feraseteke welê heye ku jinê weke namûsa xwe dibîne. Hemû pîvanên exlaqî li ser bedena jinê tên şîrovekirin. Ev zîhniyet jinê timî sûcdar dibîne. Lewma kengî bixwaze dikare jinê bikuje. Meryem Ferîcî jî yek ji van jinan e. Ev jina bi rojan winda bû û herî dawî cesedê wê yê hatî şewitandî hate dîtin. Bi rengekî hovane hate kuştin."

EV ZÎHNIYET MÊR JÎ DIXE NAVA KAOSÊ

Viyan destnîşan kir ku ev zîhniyet mêr jî di nava kaoseke giran û got, "Mêrê ku jinê dikuje jî qurbanê vê sîstemê ye. Bêguman êrîşên li dijî jinê ne tenê bi kuştinê tê kirin. Ji aliyê psîkolojîk û fîzîkî ve jî êrîşên gelekî giran tên kirin. Destavêtina li jinê dema dawî li Îranê gelekî zêde bûye. Destavêtin ruhê jinê parçe dike. Li nava kolanan jî bi asîtê êrîş li jinan tê kirin. Li jinan didin. Di emrê zarokatiyê de tên zewicandin. Ev hemû pêleke êrîşê ya bi rêk û pêk e."

SÎSTEMA BÊ EXLAQ, JINÊ DIKE QURBAN, MÊR JÎ DIKE KUJER

Endama Koordînasyona KJAR'ê destnîşan kir ku sedema bingehîn a kuştina jinan nebûna azadiya jinê ye û wiha dewam kir: "Azadiya jinê nayê naskirin. Bi her awayî êrîş lê tê kirin. Feraseta ku jinê weke milk dibîne, feraseta sîstemê ye. Feraseta ku jinê weke namûsê dibîne feraseta sîstemê ye. Dema ku mirov tenê ji vî alî ve lê binerin jî wê bê dîtin ku kuştina jinê pirsgirêkeke sîstemî ye."

Peyman Viyan anî ziman ku sîstem bi zanebûn van bûyeran weke lihevnekirina şexsî ya navbera jin û mêr nîşan dide û got, "Nêrîna 'Jin bê exlaqiyê dikin, li gorî kevneşopiyên civakî tevnagerin, namûsa malbatê gemarî dikin' belav dikin. Ev nêrîneke gelekî qirêj e. Ya ku bê exlaq e, ev sîstem bi xwe ye. Ev sîstema bê exlaq, jinê dike qurban, mêr jî dike kujer."

DEWLETA ÎRANÊ DEWLETEKE MÊRAN E, LI DIJÎ JINAN E

Viyan da xuyakirin ku dewleta Îranê dewleteke ku ji mêran pêk tê û li gorî zîhniyeta baviksalarî bi rêk û pêk bûye. Viyan got, "Bi olperestiyê zext li jinê tê kirin. Qanûnên Îranê qanûnên baviksalarî ne. Bi temamî li dijî jinan e. Mafên jinan bi qasî ku nîne, kêm in li Îranê. Her tişt bi hukmê şerî tê birêvebirin. Di nava hukmê şerî de herî zêde jin tên binpêkirin. Ji ber ku bi mejiyê mêr çêkirine. Bi qanûnên Îranê re baviksalarî tê rewakirin. Heta nava malbatê, rewş wiha ye."

CIVAK ÇIQASÎ LI BER RABE, SÎSTEM EWQASÎ TENGAV DIBE

Viyan diyar kir ku divê polîtîkayên olperestî, neteweperestî û zayendîperestî yên dewleta Îranê werin tehşîrkirin û got, "Niha bi navê exlaqê bê exlaqiyeke mezin tê kirin. Mesela, gelek caran ji bo vê dîn tê bikaranîn. Neteweperestî bi xwe bê exlaqî ye, zayendîperestî bê exlaqî ye. Divê civaka Îranê karakterê serwer ê dewletê baş nas bike û di vî warî de hişyar be.

Viyan bi bîr xist ku civaka Îranê li dijî vê yekê heta astekê nerazîbûnê nîşan dide û wiha dewam kir: "Mesela, ji bo sernixumandinê ya bi zorê bê rakirin, dest bi kampanyayê kir. Mêran jî destekeke xurt dan kampanyayê. Refkleksa civakê çiqasî xurt be, gel çiqasî bi hevgirtî tevbigere wê ewqasî karibin bi xurtî xwedî li mafên xwe derkevin. Wê karibin mafê xwe bigirin. Bi taybetî refleksa li dijî komkujiya jinan divê hîn xurtir be.

Civak çiqasî refleksê nîşan bide wê sîstem jî ewqasî tengav bbe. Wê pêşî li êrîşên li dijî jinan bê girtin. Destavêtina li jinan bê exlaqiya herî mezin e. Di şexsê jinê de destdirêjî li rûmet û wijdanê civakê tê kirin. Rabûna li ber vê yekê xwedîderketina li hebûna xwe ye."

NEXŞERÊYA KODAR Û PJAK'Ê

Endama Koordînasyona KJAR'ê Peyman Viyan diyar kir ku nexşerêya ji aliyê KODAR û PJAK'ê ve hatiye pêşkêşkirin gaveke gelekî girîng e û got, "Nexşerêyeke ji bo bidestxistina mafên xwe yên gelê Kurd û gelên Îranê ye. Gaveke çareseriyê ye ku civakê esas digire. Di nexşerêyê de bendewariyek di vî warî de ji dewleta Îranê nayê kirin. Ev yek ji dewletê re tê gotin: Eger tu ji bo çareseriyê gavê neavêje tu yê hilweşe, tu yê nikaribe li ser piyan bimîne. Civak ne mecbûr e ku di nava sîstema antî demokratîk de bijî."

Viyan destnîşan kir ku Kurd û gelên Îranê bi rastî jî dixwazin ji sîstema antî demokratîk a heyî rizgar bibin û got, "Êdî nema xwe li vê sîstemê radigirin. Nerazîbûna civakî ya her roj derdikeve holê, bi vî rengî ye."

KJAR SÎSTEMEKE KU DIXWAZE HEMÛ JINÊN LI ÎRANÊ DI NAVA XWE DE VEHEWÎNE

Di dawiya axaftina xwe de Peyman Viyan işaret bi feraset û têkoşîna KJAR'ê kir û got, "KJAR sîstemeke ku ne tenê jinên Kurd, lê dixwaze hemû jinên li Îranê di nava xwe de vehewîne. Dixwaze xwe bigihîne hemû jinên li Îranê, li dijî êrîşan wan biparêze. Em vê yekê ji bo xwe weke pîvanekê dibînin. Pirsgirêkên jinan hevpar in. Lewma divê projeyên me yên azadiyê û têkoşîna me jî hevpar bin. Di vê mijarê de plan û projeyên me hene. Em ê projeya xwe ya çareseriyê paşê bi jinên Îranê re parve bikn."