Vaye çeteya Erdogan a li Elmanyayê!

Komek ji neteweperestên Tirk ên alîgirên Erdogan ku li başûrê Elmanyayê xwe bi rêya înternetê bi rêxistin dike û fermanan ji Enqereyê digire, kişf bû.

Di serî de Wezîrê Karên Derve Sîgmar Gabrîel, di pêvajoyekê de ku hikumeta Elman xwedî li rejîma Erdogan derdikeve, polîs nikarin xwe li sembolên Kurd rabigirin û êrîşên xwe yên li dijî xwepêşandanên qanûnî yên Kurdan zêde kirine, derkete holê ku çeteyên ji desthilatdariya Erdogan re dixebitin, bi hêsanî li Elmanyayê tevdigerin.

Herî dawî, çeteya Tirk ku bi navê "Tûran Rheînland Pfalz" li ser Facebookê xwe bi rêxistin dike, Kurdên li bajarên vê herêmê kirin hedef, wêneyên komeleyên Kurdan bi berfirehî weşand, wêneyên malbatên aktîvîstên Kurd weşand û jiyana wan xistin xeteriyê.

Li ser vê yekê, gelek Kurdên li bajarên başûrê Elmanyayê dijîn, bi taybetî li ser hesabê navborî serî li polîsan dan û gilî kirin. Li gorî hin çavkaniyên ku ANF'ê xwe gihandiyê, ji ber zêdebûna gilî û gazinan, polîs neçar mane dest bi lêkolînê bikin. Di encamê de hat tespîtkirin bê kom ji  aliyê kê ve hatiye avakirin.

ÇETEYÊ FERMANÊN XWE JI ENQEREYÊ DIGIRT!

Hesab bi daxwaza polîsan tavilê hate girtin. Di vî hesabî de yek ji parvekirinên dawî ku 24'ê Cotmeha 2017'an hate parvekirin, balê dikişîne. Endamên vê koma çete, komeleyeke Kurdan a li bajarê Kaîserslaûternê vebûye kirin hedef, wêneyên komeleyê yên ji derve ve kişandî weşandin û bi vî rengî Tirkên li vî bajarî dijîn sor kirin:

"Ev kar bi parvekirina ala Tirk li ser medya civakî nabe... Ji bo konserekê hûn bi hezaran kes dibin yek û diçin. Lê belê dema ku li Kaîserlaûternê alîgirên PKK'ê dibînin ku dimeşin, hûn xwe vedişêrin."

Yekîneyên ewlekariyê yên Elman ev hesab lêkolîn kir û tespît kir ku kom fermanên xwe ji rayedarên dewleta Tirk ên li Enqereyê digire. Polîs gihîştin wê agahiyê, ku di nivîsên taybet ên bi rêya înternetê de ferman ji vê koma çete re hatiye dayin ku Kurdên li vê herêmê dijîn deq bikin. Li ser vê yekê polîsan lêpirsîn berfireh kirin.

Hat ragihandin, polîsan der barê 15 kesên ku nasnameya wan tespît kirine û eşkere kirine ku endamê çeteyê ne, dest bi lêpirsînê kirin. Ev kesên navborî, gelek sûcên birîndarkirin û diziyê kirine. Hin ji wan ji aliyê dadgehê ve bi şert hatine berdan.

Hat ragihandin, serkêşên vê çeteyê jî ev in: Volkan Bîngollu, Emre Yildirim, Halîl Dalkiliç, Volkan Yildirim, York Kemal, Sûat Hakyemez, Mûrat Hakyemez.

LÎDERÊ ÇETEYÊ REVIYA!

Hat hînbûn ku Volkan Bîngollu yê ji Mûşê, lîderî ji çeteyê re dikir. Bîngollu berê jî gelek sûc kiribû û ji aliyê dadgehê ve bi şert hatibû berdan. Tê gotin, Bîngollu ji tirsa bê binçavkirin ji Elmanyayê reviya ye û ev demeke li derveyî Ewropayê ye.

Kurdên ku çete gefê li wan dixwin gotin, ji tiştekî bê serê wan wê dewleta Tirk û yekîneyên ewlekariyê yên Elman ku vê çeteyê ji nedîtî ve tên, berpirsyar in. Aktîvîstekî Kurd ku nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman, der barê lêpirsîna li ser koma çete wî gelek caran bi rayedarên emniyetê re hevdîtin kiriye, lê belê lêpirsîna hatiye vekirin bi pêş ve naçe.

POLÎSAN TENÊ 3 ROJAN KURD PARASTIN

Heman aktîvîstî ragihand ku koma çete gefê li malbatawî jî dixwe û işaret bi xemsariya polîsan kir. Aktîvîstê navborî li ser hevdîtina bi polîsên Elman re ev agahî da:

"Polîs di hevdîtina destpêkê de ragihand ku ew lêpirsînê cidî dibînin û ji bo ewlekariya jiyana min û çend hevalan wê parastinê bidin. Ji me re gotin ku tîma lêpirsînê tespît kiriye ku koma navborî timî bi Enqereyê re dide û distîne û hin belgeyên li kompûtera wan hate dîtin, ji me re ragihandin.

Lê belê tevî van hemû agahiyên ber bi çav, polîsan tenê 3 rojan ez parastin. Me fêhm kir ku ev jî bi rengekî riyalî kirine. Piştre di hevdîtinê de polîsan gotin ku tiştekî ew bikin nema ye, wan dosya radestî doszgeriyê kirine."

ENDAMÊN OSMANEN GERMANIA

Hat hînbûn ku piraniya endamên çeteyê di heman demê de endamên koma çete ya bi navê "Osmanen Germania" (Osmaniyên li Elmanyayê) ne. Osmanen Germania komeke çete ye ku di dema dawî de bi navê klûba Boksê ji aliyê hikumeta AKP'ê ve li Elmanya, Hollanda, Awûstûrya û gelek welatên Ewropayê hatiye birêxistinkirin.

Ev çeteya ku bi navê klûba sporê xwe bi rêxistin dike, şofandina pereyê reş, firotina narkotîkê, bazirganiya çek û mirovan dike. Tê gotin ku 2500 endamên vê koma çete hene. Di Mijdara 2016'an de li dijî çeteya Osmanen Germania li gelek bajaran opeasyon hatibû kirin. Lê derketibû holê ku serkêşên vê çeteyê ji bo wextekê reviyane Tirkiyeyê.