Va ye dîmenê konvoya sivîl a ku bû hedefa bombeyên dewleta Tirk

ANF'ê dîmenên konvoya sivîl a ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombekirin bi dest xist û dezenformasyona "li wesayitên leşkerî hate xistin" eşkere kir. Di dîmen de tê dîtin ku ji ber bombe û parçeyên şarapnelê wesayitên sivîlan parçe bûne.

Berxwedana Serdemê ya Efrînê di roja 35'an de ye. Konvoyek ji wesayitên sivîlan duh ji herêma Cizîrê bi rê ket û ji bo destekê bide Berxwedana Serdemê berê xwe da Efrînê. Lê belê dewleta Tirk a dagirker bombe li vê konvoya sivîlan barand. Li gorî agahiyên destpêkê ji ber bomberdûmanê sivîlek şehîd bû, 12 sivîl jî birîndar bûn.

Navê sivîlê şehîd bû, Salîm Xilêf ê 28 salî ye û nasnameya birîndaran jî wiha ye:  Baqî Xelîl (24), Reşîd Hisên Mihemed (22), Wensa Umer Şawîş (58), Xêrî Coqî Şengal (23), Rende Hisên Celal (20), Ekrem Bedran Biro (21), Rocvan (21), Xalid Tewfîq Elî (45) û Mihemed Xalid Yeqûb (60), Mihemed Şêx Nebî, Xalid Xelîl û welatiyê bi navê Merwan.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo raya giştî bixapîne, bi destê Daîreya Şerê Taybet a Tirk li ser mijarê nûçeyên bi sernivîsa "li wesayitên leşkerî hate xistin" weşand.

ANF'ê dîmenên konvoya sivîl a ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombekirin bi dest xist û dezenformasyona "li wesayitên leşkerî hate xistin" eşkere kir. Di dîmen de tê dîtin ku ji ber bombe û parçeyên şarapnelê wesayitên sivîlan parçe bûne. Di dîmen de bi dehan wesayitên sivîl xuya dikin ku hatine rûxandin, lê wesayit û malzemeyeke bi tenê jî ya leşkerî xuya nake. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk duh careke din sûcê şer kiriye.