Va ye dîmenê hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, li gundekî yê Efrînê gundiyê ku dest danî ser tiraktora wî bi awayekî hovane da ber guleyan.

Êrîşên hovane yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Efrînê dom dike, her roja diçe hovîtiyên nû yên artêşa Tirk û çeteyê wê derdikevin holê.

Artêşa Tirk û çeteyên El Qaîde yên girêdayî wê ku gundên li Efrînê ku dagirkirîn, vê carê jî gundiyê ku dest danî ser tiraktora wî bi awayekî tazî qetilkirin.

Di dîmenê ji aliyê Syrian Civil War Map a herêmên şer ên Sûriyeyê weşanê dike de, çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de tevger dikin piştî ku dest danîn ser tiraktora gundiyeke Efrînê gundiyê ku tazî direviya qetilkirin.

Paçê zer ê li çengên çeteyan dide nîşandan ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk in. Koma mijara gotinê tê texmînkirin ku girêdayî Firqet El Hamza ne.