‘Tirkiye dixwaze Îranê bike hevkarê şerê dijî Kurdan’

Enamê Konseya Serokatiya Giştî yê KCK’ê Rêwar Awdanan diyar kir Tirkiye dixwaze Îranê jî bike hevkarê şerê xwe yê dijî Kurdan û got, ‘’Divê Îran baldar be û nekeve kemînên ku dewleta Tirk li ber danîne.’’

Endamê Konseya Serokatiya Giştî yê KCK’ê Rêwar Awdanan li ser nêzîkbûna Tirkiyê û Îranê, serdana Sererkanê Îranê ya Tirkiyê, polîtîkayên dewleta Tirk ên dijî Kurdan, gefên li ser Îranê axivî.

‘ÎRAN NEGUHERE WÊ HELWEST TUND BIBE’

Endamê Konseya Serokatiya Giştî yê KCK’ê Rêwar Awdanan diyar kir ku hêzên navdewletî heta niha Îran îdare dikirin, ji ber hevsengên Rojhilata Navîn û berjewendiyên xwe îdare dikirin lê wiha xuya dike ku êdî wê wiha nebe. Awdanan got, ‘’ji ber hevsengan dawî li polîtîkaya îdarekirina Îranê hatiye. Niha di pêvajoya guherîn û veguherîna herêmê de dixwazin Îranê sînordar bikin.’’

Awdanan got ji niha û pê de dibe ku li nav Îranê jî hin guherînên siyasî werin rojevê û got, ‘’Dibe ku ji hundir ve guherînên bi hewldana ku wê entegreyî sîstema lîberal û navnetewî bikin were rojevê. Heke Îran neguhere, wiha xuya dike ku wê helwesta hêzên navdewletî û koalîsyona Ereb tund bibe.’’

‘JI BO PÊŞÎ LI MUDAXELEYÊ WERE GIRTIN DEMOKRASÎ HEWCE YE’

Endamê Konseya Serokatiya Giştî yê KCK’ê Rêwar Awdanan diyar kir ku Îran heta niha li ser hin hevsengan siyaseta xwe bi rê ve biriye û bi polîtîkayên zextê yên navxweyî ev meşandiye lê ji niha û pê de zehmet e ku ev siyaset zêdetir bimeşe û got, ‘’Heke dewleta Îranê dixwaze di dîzayna Rojhilata Navîn de hebe divê pêşî di polîtîkaya xwe ya navxweyî de hin tiştan biguherîne. A ku pêşî li mudaxeleye derve bigire û aramiyê bîne demokrasî ye.’’

Awdanan bi domdarî wiha got: ‘’Bi guherînên teşeyî mirov nikare pêşî li şer û krîzê bigire. Ev zehmet e. Tenê bi demokrasiyê û guherînê radîkal mirov dikar pêşî lê bigire. Li Îranê ya kêm ev e. ‘’

‘TÊKILIYÊN TIRKIYÊ Û ÎRANÊ TÊKILIYÊN TAKTÎKÎ NE’

Awdanan li ser nêzîkbûna Tirkiyê û Îranê ya van demên dawî, ku di pêvajoya şerê Sûriyê de ji hev dûr ketibûn wiha got: ‘’Beriya Şoreşa Rojava dijminên Kurdan bi rehetî dihatin cem hev, plan girêdidan û li ser vê siyaset dikriin. Lê niha weke berê nikarin bikin. Lê ev nayê wê maneyê ku ev hêza naxwazin vê bikin. Berevajî vê, di serî de li dijî Kurdan, li dijî hemû gelên herêmê yên azadîxwaz dixwazin vê polîtîkayê bikin. Lê Kurd li herêmê bûne aktorê siyasî yên diyarker. Li Rojhilata Navîn hem ji bo pêvajoya guherînê diyarker in û hem jî mohra xwe li pêvajoya guherînê danîn, ji bo vê jî bi rehetî nikarin werin cem hev û planan girêbidin. Zêdetir têkiliyên taktîkê datînin. Vê jî li ser xapandinê dikin. Tirkiye çawa ku bi çeteyên El Nusra û DAIŞ’ê re peyman danî, bi Îranê re jî dixwaze hin peymenan deyne.’’

 ‘DEWLETA TIRK DIXWAZE ÎRANÊ JÎ BIKE HEVKARÊ XWE’

Awdanan bi domdarî got, ‘’Dewleta Tirk dizane ku Îranê di tengasiyê de ye. Dizane ku hêzên navdewletî li ser Îranê hin biryar dane. Dixwaze ji vê sûd werbigire. Dixwaze Îranê ji xwe re bike mertal û bide nav belayê. Dewleta Tirk dixwaze hin hêzên dî jî bike hevkarê şerê xwe yên dij Kurd. Di vê babetê de divê Îran baldar be.’’

‘DIVÊ ÎRAN NEKEVE KEMÎNA KU TIRKIYÊ LI BER DANIYE’

Awdanan bi domdarî wiha got: ‘’Her hêz divê bizanibe ku Kurd biryardar in dawiya faşîzma dewleta Tirk bînin. Li gorî vê divê hesabên xwe bikin. Kîjan hêz bi dewleta Tirk re peymanên siyasî, aborî û leşkerî bike divê hay ji vê hebe. Li Rojhilata Navîn kîjan hêz dixwaze aram bibe divê bi Kurdan re di nav diyalogê de be. Heke vê neke jî divê nebe parçeyek ji polîtîkayên dijî Kurd. Gelê Kurd, pergala navdewletî êdî pergala berdest a Rojhilata Navîn nema qebûl dikin. Pêvajoyeke guherînê dest pêk iriye. Îran di vê di vê xalê de hişyar be. Dewleta Tirk sibe dusibe ji bo ku Îranê bikişîne cem xwe dikare DAIŞ’ê jî bi kar bîne. Êrîşên li ser Tehranê jî bi guman in. Îran di vê mijarê de divê baldar be û divê nekeve kemîna ku Tirkiyê li ber daniye’’ û got divê serdena Sererkanê Îranê ya li Tirkiyê jî di nav vê çarçoweyê de were şîrovekirin.

‘DÎWAR NIKARIN REJÎMÊN ANTÎ-DEMOKRATÎK LI SER PIYAN BIHÊLIN’

Awdanan li ser dîwarên ku dewleta Tirk di navbera Bakur û Rojhilat de tê danîn jî got: ‘’Çi şik û guman jê nîn e, dema ku mirov berê xwe dide dîrokê xuyaye ku dîwaran nekarîna rejîmeke antî-demokratîk biparêzin. Niha jî Kurd bi têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê Sykes-Pîcot û Lozan bê mane kirine. Ev dewlet bi peymanên dijî Kurd bi dîwaran dixwazin li ser piyan bihêlin. Lê ez bawer im ku yek ji van li ser piyan namîne.’’

‘GUHERÎNÊN LI HERÊMÊ JI BO GELÊN ÎRANÊ JÎ GIRÎNG E’

Endamê Konseya Serokatiyê yê KCK’ê Rêwar Awdanan herî dawî got: ‘’ Guherînên li herêmê ji bo gelên Îranê jî pir girîng e. Em bawer dikin ku li Îranê demokrat, jin, çepgir, yên ku Îslama demokratîk diparêzin wê têkoşînê geş bikin. Divê diyar bikim ku di nav van dînamîkan de a herî xurt gelê Rojhilata Navîn e barê girantir li ser milê wan e.’’