Tirkiye çeteyên li Kerkûkê perwerde dike

Planên qirêj ên Tirkiyeyê yên li ser Iraq û Kerkûkê zelal dibin. Çeteyên li Kerkûkê ji aliyê dewleta Tirk ve tên perwerdekirin.

Di heyama bihurî de Sefîrê Tirk ê li Iraqê Fatîh Yildiz çend caran serdana bajarê Kerkûkê kir. Di her serdanê de bi awayekî vekirî peyamên dagirkirina Kerkûk dubare dikir. Di serdana herî dawî de ya bi hinceta ziyaretkirina sûka Kerkûkê ya hatî şewitandin, ev yek hê berbiçav derket holê.

DEST BI PERWERDEKIRINA ÇETEYAN HATIYE KIRIN

Tirkiye bi vê yekê têr nebû û mudaxeleyî rêveberiya bajêr kir. Niha li bajarokê Daqûqê ji bo perwerdekirina çeteyên ku ji Tirkmenan pêk tê, dest bi kar kiriye. Ya balkêş jî ew e ku hemû kesên ku perwerdehiyê didin efserên Tirk in.

EFSERÊN TIRK ÇETEYAN PERWERDE DIKE

Kesekî ji bajarokê Daqûqê ku bi eslê xwe Tirkmen e û nexwest navê xwe eşkere bike agahî da ANF'ê û got: "Tirkiye niha li bajarokê Daqûqê dest bi perwerdekariya komeke din a ji Tirkmenan kiriye. Ev koma çete jî li nava lîstingeha sporê ya bajarok e. Ev komên çete ji aliyê efserên Tirk ve fêrî bikaranîna çek û siyaseta Tirkîbûnê tê kirin."

ENDAMÊ PDK'Ê CASIM MIHEMED ROBÎTAN CIH DAYE ÇETEYAN

Heman serçaweyê bibîr xist ku rêveberekî PDK'ê yê bi navê Casim Mihemed Robîtan destûr daye ku ew efserên Tirk li nava wê yarîgehê perwerdeya leşkerî bide komên çete yên qaşo ji bo parastina Tirkmenên Kerkûkê hatine avakirin. Çavkaniyê got: "Ev perwerdehî ev bi qasî mehek û 3 roj in dewam dike. Di vê perwerdehiyê de çete fêrî bikaranîna çek û siyaseta Tirkiye tên kirin."

JI BO DAGIKRINA KERKÛKÊ TÊN PERWERDEKIRIN

Serçaweyê destnîşan kir, ji bo van çeteyên Tirkmen ku niha perwerde dibînin hatiye gotin, amadekirina vê hêzê ji bo dagirkirina bajarê Kerkûkê ye. Çavkaniyê da xuyakirin ku hatiye gotin, piştî perwerdeyê wê li cihekî nêzî Daqûqê bicih bibin, wê li ser navenda ku ew lê bicih dibin jî alaya Tirkmen li ba bikin.

MERC; DIVÊ TIRKMEN BE, MESREF JÎ TIRK DIDIN

Çavkaniyê têkildarî mercên girtina çeteyan jî ev agahî da: "Divê kesekî Tirkmen û ji Eniya Tirkmeniyê be." Çavkaniyê anî ziman ku weke destpêk ji bo her çeteyekê weke mûçe 532 hezar dînarê Iraqî hatiye veqetandin û ragihan, ev pere û pêwîstiyên leşkerî ji aliyê Tirkiyeyê ve tê dayîn.

HER DIÇE HEJMARA ÇETEYAN YA LI KERKÛKÊ ZÊDE DIBE

Em bînin bîra xwe, berê jî Tirkiye gelek komên çete li Tirkiyeyê perwerde kirin û li Kerkûkê bi cih kirin ku hejmara wan 600 kes bûn. Ya balkêş jî ew e piştî serdana Sefîrê Tirk Fatîh Yildiz perwerdekirina van komên çete êdî li Kerkûkê destpê kirin.

IRAQ LI HIMBERÎ VÊ BÊDENG E

Her diçe mudaxelekirina Tirkiye ya çi di warê leşkerî û çi jî di warê siyasî ya li Iraq û bi taybetî jî li Kerkûkê bi awayekî ber biçav eşkere dibe. Lê mixabin heta niha ne hikumeta Iraqê û ne jî ya herêmê ti helwesteke diyar raber nekirine.