Tîma Tolhildanê ya YPS’ê li Kasimpaşayê çalakiyek kir

Tîma Tolhildanê ya YPS’ê diyar kir wan li Kasimpaşaya Stenbolê çalakiyek kirine û bang li hemû kesan kir ku bila li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê tevlî berxwedanê bibin.

Tîma Tolhildanê ya YPS’ê a Şehîd Çiya Zap daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Tîma me ya Tolhildanê ya YPS’ê di 27’ê Îlonê saet di 00.30’an de li Şok marketa li Kasimpaşaya Stenbolê da. Di marketê de xisareke mezin pêk hatiye, polîs û îtfaiye hatine mudaxeleyî marketê bikin û li cihê bûyerê panîk çêkirine.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li ser axa Tirkiyeyê bi pêşengiya rejîma Erdoganê faşîst Turk, Kurd, Siryan û Çerkez di nav krîzeke mezin a ekonomiyê de ne. Gel di sînorê birçîbûnê de dijî, her roj diqîre ku ditengije. Erdoganê diz guhê xwe ji vî tiştî re girtiye, ji neditî ve tê, ji gel re diyar dike ku rewş gelekî baş e û gel dixapîne. Erdogan bi tişta ku ji gel diziye ji xwe re sermayeyek mezin ava kiriye.Vê dahata malî wê têra neviyê neviyê wî bike û şîretan dide gel ku wê çawa xwe têr bike.

Erdogan bi bacên ku gel dide sazî û dezgehan vedike, tişta ku ji gel didize bi pereyan difiroşe gel. Rejîma Erdoganê faşîst bi bac û firotinên zêde tişta ji destê gel distîne û gel ber bi sefaletê ve dibe. Rejîma faşîst a Erdogan li Tirkiyeyê ji xwe re mêtingehên nû ava kiriye. Ev mêtingeh jî sazî û dezgehên aîdî wî ne. Bi zordestiya li ser gel bûye xwediyê van mêtingehan.

Erdoganê ku bi bacên ku gel dide sazî û rêxistinên nû vekir, tiştên ku ji xelkê dizî bi pereyan difiroşe. Rejîma Erdogan a faşîst ku bi bacên zêde, bi firotina bi bihayê zêde ya tiştên ku yên gel e ji destê wan girt û gel bi xizaniyê re rû bi rû kiriye, di nava xakên Tirkiyeyê de ji xwe re mêtingerî ava kir. Ev mêtinger jî sazî û rêxistinên wan bi xwe ne. Bi îstismarkirina gelan ev mêtingerî bi dest xistiye.

'DIVÊ HEMÛ GEL ŞER BIKIN'

Erdogan ê ku dizane dawiya wî hatiye, bi nêzîkatiyên nîjadperest hewl dide gel bişkîne. Tu têkiliya Erdogan bi gelê Tirk re tune ye. Ma mirov tiştê ku jê re dibêje welatê min difiroşe dewletên din, an kesên ku ji wan re dibêje gelê min bi xizaniyê re rû bi rû dike? Ji ber vê yekê ye ku Erdogan li her derê li Kurdan digere û hewl dide wana tune bike. Gerîlayên azadiyê îro li dijî rejîma faşîst têkoşîneke cidî birêve dibin û destketiyan bi dest dixin. Ev şer ne tenê şerê gerîla ye. Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez hwd şerê gelên li Tirkiyeyê dijîn e. Ger gel bizanibe ku tê îstîsmarkirin, divê ji bo vê têbikoşin. Êdî heta bi kengî mirov ji polîs û hukûmeta ku bi bacên dide wana xwedî dike bitirse... Ma mirov qet celadê xwe xwedî dike? Hûn jixwe bûne mêtingeh, hûn ê heta kengê serî bitewînin!

Weke YPS-YPS JIN, hedefa me sazî û rêxistinên rejîma faşîst a Erdogan in. Em ê ti tiştekî ku ji gel dizî ye û kiriye milkê xwe efû nekin û li ku be em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li gelên Tirkiye û Kurdistanê yên ku haya wan ji zilma ku li wan hatiye kirin heye dikin; Têkoşîna li dijî rejîma faşîst, têkoşîna gelan e. Ji bo ku em teslîmî vê zilmê nebin, divê her kes li dijî rejîma faşîst a Erdogan têbikoşe."