TEV-DEM'ê ji bo Efrînê daxwaza komîsyoneke lêpirsînê kir

TEV-DEM'ê bal kişand ser kiryarên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan li Efrînê dikin û diyar kir, "Divê komîsyoneke lêpirsînê bê avakirin." TEV-DEM'ê her wiha nerazîbûneke tund nîşanî hêzên navneteweyî da ku bêdeng dimînin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê binpêkirinên li dijî jinên li Efrînê şermezar kir.

Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê bi komên xwe yên terorîst ji meha Adara 2018'an û heta roja îro sûcên dermirovî li dijî herêma Efrînê pêk tînin. Komên çete yên ku dewleta Tirk destekê didin wan, gelê Efrînê yê resen bi darê zorê koçber dikin, li dijî sivîlan sûcan û kiryarên li dijî mirovahiyê û pîvanên exlaqî pêk tînin.

QIRKIRINA ETNÎK Û KOMKUJÎ

Bûyerên li herêma Efrînê diqewimin komkujiya Şengalê tîne bîra mirovan, ji ber ku çeteyan dixwest li dijî Şengalê bi giştî û li dijî jinan bi taybet sûcan pêk bînin û dema bi bin ketin li Efrînê kiryarên xwe berdewam kirin. Artêşa Tirk ji roja yekemîn a dagirkeriyê û heta roja îro piştgiriya komên çeteyan dike, li dijî sivîlan qirkirina etnîk, qetilkirin, jin, mêr, zarokan direvînin. Ev jî îsbata siyaseta guhartina demografiyê ye.

Revandina jinan û komkirina wan bi rengekî tazî li navendên çeteyan, binpêkirina nirxên mirovahiyê ye. Her wiha ji bo tevahiya jinên cîhanê heqaret e. Di heman demê de êrişa li dijî pêşengiya jinên Kurd e, ji ber ku jinên Kurd serkêşiya şoreşa mirovahiyê kir û çete jî dixwazin vîna jinên azad ên Kurd tune bike. Kiryarên wiha îsbata îflaskirina çeteyan di nirxên mirovahiyê ye. Ji xwe der barê kiryarên wiha de dewleta Tirk xwedî dîrokeke reş e, kiryarên Osmaniyan tîne bîra mirovan.

CIVAKA NAVNETEWEYÎ BERPIRSA SÛCÊN ÇETEYAN E

Ew çete û di nav de dewleta Tirk a dagirker sûc û qirkirinan, bêyî tu astengiyan, li pêşiya civaka navneteweyî pêk tînin. Wekî ku herêma Efrînê herêmeke hatiye jibîrkirin û ji derveyî hesabên navneteweyî û erdnîgariya Sûriyê ye ku bi fesîleyên çete û terorîst, her wiha dewleta Tirk a dagirker li wê herêmê, kom bûne.

Em wek TEV-DEM'ê dibêjin berpirsa vê yekê ya sereke Neteweyên Yekbûyî ye ku rola xwe ya rewa li herêmê winda kiriye. Her wiha rola Rûsya û Koalîsyonê Navneteweyî yên ku têkildarî rewşa Sûriyê ne. Em bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, bi taybet ên girêdayî rewşên jinan der barê sûcên derexlaqî de, şermezar dikin, her wiha bang li raya giştî û dewletên pêwendîdar dikin ku helwestên xwe yên şermezarkirinê pêk bînin û ji bo avakirina komîteyên lêpirsînê li herêma Efrînê, têkevin nava tevgerê."