'Teknîka me nîne, lê belê îrade û wêrekiya me jî bi wan re nîne'

Gerîlaya YJA Starê Evîndar Cîhan got, "Ji her alî ve amadekarî ji bo şer heye. Ne li vir ne jî li devereke din dijmin nikare bi ser bikeve. Teknîka di destê dijmin de ye bi me re nîne, lê belê îrade û wêrekiya me jî bi dijmin re nîne."

Gerîlaya YJA Starê Evîndar Cîhan ku beriya bi demeke kurt çûye Heftanînê dibêje, Heftanîn bi xweşikbûn, dilgermiya xwe bandoreke zêde lê kiriye.

Gerîla Evîndar Cîhan dibêje, li dijî tevgera dagirker a Tirk ku 16'ê Hezîranê li ser Heftanînê hatiye destpêkirin gerîla ji her alî ve haziriyên xwe kirine û bi vê çarçoweyê wan jî li Şeşdara,  li Şehîd Cûdî cihê xwe di nav pêngava Cenga Heftanînê de girtiye.

Evîndar Cîhan diyar dike li vê qada Şeşdara gerîla bi çûyina xwe ya ser dijmin hêz û moreleke mezin dida, gerîla bi rihê fedayî diçe ser dijmin bi armanca ku dijmin têk bibe, ji ser axa xwe derxîne.

Gerîla Evîndar Cîhan her wiha diyar dike gerîlayên jin di vî şerî de bi sekn, biryar û îrade û wêrekiya xwe xwedî rolekî mezin e û li Şeşdara, Şehîd Cûdî ev pir aşkere xuya bûye. Ji awirên ser çavên gerîla, ji kenê ser rûyê wan ev pir tê xuyakirin.

Cîhan got, "Mirov dikare mînaka Heval Zeryan bide, dema ku heval Zeryan diçe ser dijmin gotinek li dijî dijmin dibêje. Dibêje, 'Tu nikarî pê li ser vê axê bikî, tenê dikarî pê li ser cenazeyê min bikî' û gelek hevalên weke Zeryan yên ku li wir xwe feda kirin bi vê armancê rihê xwe feda kirin. Bi armanca ku dijmin ti caran nikare axa me dagir bike, nikare li ser axa me rûne, li ser vî esasî her heval xwe tevlî nav Cenga Heftanînê dike.

Her hevalek bi branşa xwe, sekna xwe, bi rihekî ew qasî fedayî bi rihekî ew qasî hêja û temîz bi ser dijmin de diçe. Di her milî de xwe ji şer re amade kirine, li vir an jî li devereke dî dijmin nikare bi ser bikeve. Teknîka di dest dijmin de bi me re nîne lê vîn, bawerî, wêrekiye me heye ku ev di dest dijmin de nîne."

Gerîla Evîndar Cîhan herî dawî dibêje pêngav dibe ku dirêj bidome, gerîlayan ji her alî ve haziriya vê kirine û Heftanîn bi berxwedanî, rihê fedayî wê bi ser bikeve, dagirkeriya Tirk wê negihije armanc xwe û got, "Heftanîn wê bibe bingeha şoreşa Başûr."