'Tecrîd sîstemeke rêvebirinê ye ku divê ji holê bê rakirin'

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê hem sîstemeke cezakirinê hem jî ya rêvebirinê ye. Divê ji holê bê rakirin."

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal li pey xwe hişt û ji roja destpêkê ve bi rêk û pêk tê meşandin. Tecrîd di asta heyî de êdî hîn bi giranî tê meşandin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê ya ku dewleta Tirk li Îmraliyê dimeşîne êdî li giravekê bi tenê nîne, veguheriye rêbazeke rêvebirinê.

CIVAK BI TEMAMÎ TÊ TECRÎDKIRIN

Parêzer Erol anî ziman ku sîstema ku di nava 20 salên dawî de li Îmraliyê hate avakirin, cihê xwe di nava ti hiqûqê de nîne, bi mekanîzmayên gelî taybet ê birêvebirin û got, "Şêweyê bicihanîna qanûna li wê derê, bi demê re di nava rêveberên dewletê de nêrîneke wiha afirand; 'Eger em dikarin vê derê bi vî rengî bi rê ve bibin, dikarin vê krîzê bi vî rengî îdare bikin û encamên gelekî xurt ên vê yekê dibînin, hingî çima em li tevahiya civakê belav nekin? Çima vê neceribînin? Ya ku kirin ev bû. Eger em bi çend mînakên hêsan vebêjin; Ji bo guhdarîkirina li hevdîtina navbera parêzeran û muwekîlan, hukmek li qanûna bicihanîna ceza bi cih kirin û gotin, 'di rewşeke gumanbar de agahî û belgeyên parêzeran dikarin bên desteserkirin û kontrolkirin'.

Ev yek şîrove kirin û gotin, 'Eger em dikarin dest deynin ser agahî û belgeyan, hingî dikarin dest deynin ser axaftinê jî'. Ev yek jî bi guhdarîkirina li odeya hevdîtina bi parêzeran re kirin. Ev pêkanîn ji sala 2005'an heta 2011'an li Îmraliyê kirin, yanî heta dema birîna hevdîtina bi parêzeran re bi rêk û pêk kirin. Di sala 2016'an de rojek piştî hewldana darbeyê, bi qanûnekê re ev kiryar li hemû girtîgehan xistin meriyetê. Bicihanîna qanûnê bi vî rengî berevajîkirina hiqûqê ye."

TECRÎD DIKARE JI HOLÊ BÊ RAKIRIN?

Li ser asta tecrîdê parêzer Erol got, "Em bi gotinên Birêz Ocalan bînin ziman; par dema ku peyam ji çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê re şand, ji wan xwest ku dawî li greva birçîbûnê bînin û spasiya wan kir ku piştî hevdîtineke bi wî re hate kirin dest jê berdan. Dema ku ev peyam ragihand hingî şîroveyeke wiha kiribû: 'Piştî 30-40 rojî wê we bînin an jî nînin. Eger bînin ji xwe em ê li vir pêvajoyeke hevdîtinê bimeşînin. Lê belê eger nînin bila kes xwe xapandî nebînin. Ev yek karekî têkoşîna siyasî ye, yên bixwazin di vê der barê de dikarin têkoşîna xwe ya siyasî bimeşînin. Lê belê ne bi rêbazên niha, ne bi greva birçîbûnê, ne bi rojiya mirinê, ne bi rêbazên xwe şewitandinê. Bi rêbazekî ku têkoşîna siyasî û mafên qanûnî didin pêş'. Pirsgirêka di vir de wiha ye; tecrîd ji holê hatibû rakirin? Par çar caran parêzeran an jî du caran malbatê hevdîtin kir. Tecrîd ji holê hatibû rakirin? Eger ji nû ve bibin, di ser re eger bênavber destûra hevdîtinê bidin wê tecrîd ji holê hatibe rakirin? Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê sîstemeke cezakirinê ye. Di heman demê de sîstemeke rêvebirinê ye. Sîstemeke bi vî rengî bi çend hevdîtinên parêzeran an jî malbatê ji holê ranabe. Divê sîstema tecrîdêya îmraliyê bê girtin û ev sîstem ji holê bê rakirin."

Parêzer Erol diyar kir ku divê şert û mercên tecrîdê yên li ser Ocalan bi fikrekî xurt bê nirxandin û got, "Ev têgihiştin divê ji holê bê rakirin; Ocalan kesekî awarte ye, lewma şert û mercên awarte yên ragirtina wî dikare bi rengekî normal bê dîtin'. Têgihiştineke bi vî rengî mixabin 21 sal in sîtema Îmraliyê xwedî dike. Têgihiştine ku sîstema Îmraliyê ji nedîtî ve tê. Dibe ku ne mirovekî ji rêzê be. Ji xwe xwedî nasnameyeke polîtîk e. Lê belê hûn di nava sîstemeke hiqûqê ya asayî de bin, nabe ku hûn di nava sîstemê de giravên awarte ava bikin. Eger hûn destûra vê yekê bidin hingî ev rewşa awarte wê belav bibe. Tirkiye bi xwe niha bûye giraveke mezin a awarte."

Parêzer Erol destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û heta ku bi rengekî aştiyane neyê çareserkirin wê Tirkiye demokratîk nebe.